​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê

MÎT’a Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê ya dagirkirî veguherand girtîgeheke mezin ku tê de hemû cureyên îşkenceyê li welatiyên resen ên mayî têne kirin. Ajansa me navend û girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku berê saziyên sivîl, xizmet û perwerdeyê bûn, eşkere kirin. Li wan girtîgehan sûcên şer û dermirovî pêk tên.

​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
​​​​​​​Bi detay; Baregeh û girtîgehên dagirkeran li Efrînê
4 tebax, 2022   06:16
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, kir navenda bi dehan komên çeteyan ên ku mal, dibistan, sazî, avahiyên sivîl û xizmetguzariyê veguherandin navend û girtîgehan, tê de hemû cureyên îşkenceya derûnî û fîzîkî li şêniyên resen ên Kurd ên li kantonê mane pêk tînin. Armanca wan ew e ku şêniyan bidin koçberkirni û plan û armancên xwe pêk bînin.

Beriya dagirkirina kantona Efrînê, rêjeya Kurdan ji sedî 95 bû, lê li gorî rêxistinên hiqûqî ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantonê belge dikin, piştî dagirkirina bajêr rêjeya Kurdan ji sedî 23 ye.

LI NAVENDA BAJARÊ EFRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker, MÎT û çeteyên wê li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî li van baregehên leşkerî bi cih dibin:

* Çeteyên "Sultan Murad" a bi serkêşiya çeteyên bi navên "Şîşanî" û "Cesas" avahiya TEV-DEM’ê ya berê ya li Efrînê û avahiya darayî ya berê ya li Efrîna kevn kirine navend. Her wiha jêrzemîna avahiya darayî veguherandin girtgeheke ji bo îşkencekirina welatiyan.

* Çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" ya bi serkêşiya serçete Hecî Ebû Silêman ê ji Til Rifetê, li Efrîna kevn û derdora Nexweşxaneya Cîhan bi cih bûne. Avahiya berê ya Desteya Rêveberiya Herêmî ya li nêzî Çerxerêya Kawa kirine baregeh.

* Çeteyên "Hemzat" navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a berê ya li ser rêya Mehmûdiyê kirin navend. Her wiha çeteyên "Hemzat" avahiya Kantona Efrînê ya berê bi serkêşiya serçete Ebû Hecî veguherandin navendekê. Li aliyekî din jî çeteyên "Hemzat" û cendirmayên Tirkiyê navenda Saraya ya li naverasta Efrînê kirine navendeke hevbeş. Artêşa Tirk a dagirker di vêla ya Erabo û avahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Eşrefiyê de bi cih bûne.

MÎT’a Tirk jî di Dayîngeha Zarokan û dibistana Feysel Qedor a li ser rêya Cindirêsê de bi cih bûne û veguherandina girtîgehên îşkencekirina welatiyan û lêpirsînê.

* Çeteyên "Lîwa Mutesim Bîllah" ya bi serkêşiya serçeteyên Ebû Mehmûd Efrem û Ebû Hemze ku efserekî berê ya hêzên hikumeta Şamê ye, di navenda Berîd (Postxane) de bi cih bûne.

* Çeteyên "Ewlehiyê ya Artêşa Nîştimanî" di dibistana Benat (Keçan) a nêzî Qada Azadî ya li naverasta Efrînê de bi cih bûne. Her wiha çeteyên "Ehrar Şerqiyê" û "Ewlehiya Şerqiyê" yên bi serkêşiya Ebû Xewle û Ebû Zeyd nexweşxaneya Avrîn, herêma derdorê û avahiyên din ên Saziyên Rêveberiya Xweser kirine navend.

* Çeteyên "Şerqiyê- Ehrar Şerqiyê- Ewlehiya Şerqiyê- Şuheda Şerqiyê- Ketaib Şerqiyê" li herêma kolana Vêlat, Nexweşxaneya Dêrsim û malên welatiyan bi cih bûne. Çeteyên "Şerqiyê" jî li deşta Kitix bi cih bûne, her wiha çeteyên "Ehrar Şerqiyê" ya bi serkêşiya serçete Ebû Xewle li hola Jîn a li navenda Efrînê bi cih bûne.

* Li Sûka El-Hal jî çeteyên "Cebhet Şamiyê" ya bi serkêşiya seçrete "Yasir Ebû El-Mot" bi cih bûne.

* Çeteyên "Kombûna Edil-Kombûna Feisteqim-Mutesim Bîllah-Feyleqa 3’yan" yên bi serkêşiya serçte Mistefa Sêcerî herêma li gel çarxerêya Maratê kirine navend.

* Çeteyên "Ceyş El-Îslam" û artêşa Tirkiyê li dawiya kolana Vêlat li cem sêgoşeyê û rêya navbera navçeya Cindirêsê û navenda Efrînê  bendeke kontrolê ya hevbeş danîne. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Hemzat li gundê Tirindê yê li rex navenda Efrînê bendeke hevbeş danîne ku çeteyên "Ehfad Resûl" kirine navend.

* Çeteyên "Isûd Hemzat" şîrketa kehrebê, derdora wê û avahiya Hacî Şêx Kêlo ya li taxa Eşrefiyê kirine navend û Mala Gel a li taxa Eşrefiyê kirine nuqteya tenduristiyê ji bo çeteyan.

* Çeteyên "Ehrar Şam" û "Cebhe Şamiyê" taxa Sînaa kirine navend. Her wiha çeteyên "Ceyş El-Îslam " avahiya trafîkê ya berê kirine navend. Çeteyên "Polîsên Leşkerî" jî mala Kamîran Mihemed kirine baregeh.

LI NAVÇEYÊN KANTONA EFRÎNÊ

* Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê), çeteyên Şerqiyê û Ehrar Şamê li navçeya Cindirêsê û gelek gundên wê bi cih bûne.

* Çeteyên "Emşat" ya bi serkêşiya serçete Mihemed Casim Ebû Emşe navçeya Şiyê veguherandiye mêtîngehekê.

* Li navçeya Şêrawayê jî baregehên Heyet Tehrîr El-Şam, Hemzat, Cebhet El-Şamiyê û Ehrar El-Şam hene.

* Çeteyên "Sultan Murad" jî navçeya Şera kontrok dikin.

* Çeteyên "Ceyş El-Nuxbe" li gundê Emara yê navçeya Mabeta bi cih bûne, çeteyên "Lîwa Şîmal" jî ya bi serkêşiya serçete Elî Ebû Talib û Ebû Ehmed li gundên Avrazê û Gemrûkê yên Mabeta bi cih bûne.

* Li navçeya Raco jî çeteyên "Ehrar Şerqiyê" û " Cebhet El-Şamiyê" belav bûn. Çeteyên "Feyleq Rihman" jî di Akademiya Leşkerî ya li çatrêya Mabata ya li ser rêya Raco de bi cih bûne.

* Li navçeya Bilbilê jî navendên çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" û "Ceyş El-Nuxbe" û gelek çeteyên din ên girêdayî dewleta Tirk hene.

* Çeteyên "Hemzat" gundê Şorbe yê navçeya Mabeta kiriye navend.

GIRTÎGEHÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊN LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ

* "Girtîgeha Muwasalat (Veguhastinê)": Li bajarê Efrînê ye. Ji aliyê çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" ve tê birêvebirin û di bin çavdêriya endamên ku ji "ewlehiya Sûriyê" veqetiyane de ye. Welatiyên Efrînê yên tên girtin dixin vê girtîgehê. Ew jî beriya ku veguhêzin girtîgeha sereke ya çeteyan a bi navê "Mesere" ya li herêma Sico ya li gundewarên Ezazê ya dagirkirî.

* Girtîgeha Mehkemê (Dadgehê) : Ew girtîgeh li bajarê Efrînê ye û di avahiya berê ya dadgehê de ye. Yek ji girtîgehên taybet bi jinan . Ev girtîgeh ji aliyê şeteyên "Cebhet El-Şamiyê" wê ve tê birêvebirin.

* Girtîgeha Berad : Li bajarê Efrînê ye û çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" wê bi rê ve dibe. Ew girtîgeh a welatiyên ji Efrînê û gundewarên derdora wê  yên tên revandin û ya taybet bi jinan e. Di girtîgehê hemû cureyên îşkenceya derûnî û fîzîkî tên kirin.

* Girtîgeha Dibistana Itîhad El-Erebî : Li bajarê Efrînê ye û çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" bi rê ve dibe. Di girtîgehê de beşa taybet bi jinan heye û piştre wan revandiyan vediguhêzin navenda leşkerî.

* Girtîgeha Dibistana El-Keramê : Li bajarê Efrînê ye. Ew girtîgeh bi xwe dibistana El-Keramê ye ku ji dibistanên herî kevn li Efrînê ye. Çeteyên "Feylqe El-Şam" kir girtîgeh. Tê de hemû cureyên îşekenceyê têne kirin û beşa taybet bi jinan jî heye.

* Girtîgeha Tirindê : Li bajarê Efrînê ye, ji aliyê MÎT ve tê birîvebirin. Ev girtîgeh yek ji xetertirîn girtîgehên veşartî ye, tê de hemû cureyên îşkenceya derûnî û fîzîkî tên kirin.

* Girtîgeha Ezhar Efrîn: Li bajarê Efrînê ye, ji aliyê çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê"  û MÎT`ê tê birêvebirin. Piraniya revandî ji welatiyên Efrînê û gundên derdora wê ne.

* Girtîgeha Dibistana Emîr El-Xubarî : Li Efrînê ye û endamên "MÎT’a Tirk" bi hevkariya gelek serçeteyên girêdayî wê kontrol dikin. Tê de lêpirsînên girêdayî dan û standina wan bi Rêveberiya Xweser re yan jî karmendên wê, tên kirin.

* Girtîgeha Kolana Vêlat : Ev girtîgeh bi xwe malek li bajarê Efrînê ye û ji aliyê çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" vet ê kontrolkirin.

* Girtîgeha Eşrefiyê : Li Efrînê ye. Di maleke kevn de ye û ji aliyê komeke diz ve tê birêvebirin. Girîgeh ji 4 odeyan pêk tê, 2 ode ji wan tê de nêzî 50 heta 60 revandiyan hene.

* Girtîgeha Mehmûdiyê: Li Efrînê ye, ji aliyê  çeteyên "Firqet Hemzat" ve tê birêvebirin. Tê de bi dehan revandî hene. 2 odeyên wê yên taybet bi jinan in.

* Girtîgeha gundê Şingêlê: "Li navçeya Bilbilê ye, di malekê de ye û çeteyên "Firqet Hemzat" wê kontrol dikin.

* Girtîgeha Basûta: Li nêzî bajarê Efrînê ye, bi navê "Girtîgeha Kela" tê nasîn û di bin kontrola serçeteyekî ji "Firqet Hemzat" de ye.

* Girtîgeha Xurabî Şera : "Li navçeya Şera ye, berê ji aliyê çeteyên "Sultan Murad" ve dihat birêvebirin. Piştre ji hêla çeteyên "Polîsên Leşkerî" ve tê birêvebirin.

* Girtîgeha Kefir Cenê : Li navçeya Şera ye, di bin kontola çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" de ye.

* Girtîgeha Mîdan Ekbez : Li navçeya Raco ye. Çeteyên "Feyleq El-Şam" bi çavdêriya endamên "MÎT’a Tirk" wê birêve dibin. Ew girtîgeh li nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hate avakirin. Têra 350 heta 400 kesan dike. Ji 10 odeyên girtî û kunên bêhndanê yên biçûk ên hundirîn hene. Tê de hemû sûcên îşkenceyê tên kirin. Piştî lêpirsînên destpêkê kesên hatine revandin vediguhêzin xaka Tirkiyê.

* Girtîgeha Meheta : Li navçeya Raco ye. Ji ber stasyona tirênê bû, ew nav hate lêkirin, ji aliyê çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" ve tê birêvebirin. Piranî revandî ji şêniyên navçeyê ne û hin jî ji gundên Mabata ne. Bi girtîgeha herî tund tê nasîn.

* Girtîgeha Kûran: Li navçeya Raco ye. Girtîgeheke biçûk e û li maleke aliyê gund e. Çeteyên "Feyleq El-Şam" kontrol dikin. Tê de gelek welatiyên revandî yên hene.

* Girtîgeha Şiyê : Li navçeya Şiyê ye, yan jî navê wê bi girtîgeha Ebû Emşe tê nasîn. Ji ber ew serçeteyê vê koma çeteyan e. Çeteyên "Silêman Şah" vê girtîgehê kontrol dikin.

* Girtîgeha Qermîtliq : Li navçeya Şiyê ye. Çeteyên "Silêman Şah " kontrol dikin û li navendeke wê komê ye.

Ev agahî li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û çavkaniyên taybet, tenê beşekî agahiyên li ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dagirkirî ne.

(fr)

ANHA