Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê nikare genim peyda bike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa jiyanî ya Sûriyê, xitimîna siyasî li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê nikare genim peyda bike
4 tebax, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘REJÎMA SÛRIYÊ NIKARE GENIM PEYDA BIKE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta rejîma Sûriyê li xwe mikur hat ku rêjeya genim ku pêwîstiya herêmên serweriya wê di sala bê de pê heye, bi rêjeya ji sedî 75 kêm e. Pispor dibînin ku ew yek dê azarên xelkê di peydakirina nan de û asta birçîbûnê li welatekî ku genim têrî wê û welatên din jî dikir, zêdetir bike.

Gerînendeyê Saziya Dexlê Ebduletîf El-Emîn beriya çend rojan ji rojnameya ‘Weten’ re gotibû, rêjeya genim di sala 2022`yan de gihaştiye 511 hezar tonî û li gorî sala borî rêjeya îsal zêdetir e. Par rêjeya genim 366 hezar ton, lê niha tê texmînkirin ku genimê ji hemû parêzgehan bigihêje 525 hezar tonî.”

Her wiha gotibû “Genim têra nanê me dike, xeman nexwin. Peydakirina genim erka hikumetê ye, hinek jî ji Rûsyayê tê kirîn. Pêwîstiya Sûriyê ji genim salane di navbera 2 û 2.200 milyon ton de ye.” Li gorî daxuyaniyên El-Emîn, sala bê dê miqdara genim a ku pêdiviya hikumetê pê heye bi miqdarê milyonek û 675 hezar tonî neyê peydarkirin, anku zêdetirî ji sedî 75 ji pêdiviya wê ya salane dê neçar bibe ji derve bikire.

El-Emîn her wiha destnîşan kir ku peymana dawîn a kirîna genim bi rêjeya 600 hezar ton bû û ew amadekariyan dikin ku miqdarên zêdetir heta piştî sersala bê peyda bikin. Her wiha diyar kir ku pêdiviya Sûriyê ji ard ji bo çêkirina nan mehane di navbera 180-200 hezar ton de ye.

Li herêmên serweriya hikumetê ji beriya çend salan ve aloziya genim heye, beriya du salan ev krîz kûrtir bû, nîşaneya wê jî qerebalixa li pêş firinên li Şamê û herêmên din ên serweriya hikumetê bû. Her wiha niha hin firin rawestiyane û aloziya peydakirina ard kûr bûye. Hikumetê gelek caran nirxê torbeya nan (7 nan, nêzî 1100 g) gelek caran bilind kir û niha torbeyê nan bi 200 lîreyê Sûriyê ye. Lê belê li sûka reş, torbeya bi 1350-1500 lîreyê sûriyê de ye, ku beriya salên şer bi 15 lîreyê Sûriyê bû.”

‘SEDR JIHEVXISTINA PARLAMENTOYÊ Û HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT WEK ŞERTÊ BIDAWÎKIRINA ALOZIYÊ DIYAR DIKE’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb nivîsî: “Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr rêya diyalogê bi hevrikê xwe Çarçoveya Hemaheniyê re qut kir. Sedr ji bo bidawîkirina aloziyê hin şert danîn, di serî de jihevxistina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext.”

Ev yek piştî ku Çarçoveya Hemahengiyê, serokê Hevbeniya Fetih Hedî Amirî bi danîna peywendiyan bi Sedr re ji bo çareserkirina aloziyê erkdar kir, pêk hat.

Sedr di xîtaba xwe de got: “Tiştê çêdibe ne şerê desthilatê ye ku propagandaya wê dikin, ji ber ku yê desthilatê bixwaze 73 parlamenteran ji parlamentoyê venakişîne. Paşdevegerandina min li dijî normalîzekirinê bû.”

Der barê însiyatîfên diyalogê yên ku blokên siyasî û rayedaran pêşniyar kiribûn, Sedr got: “Tu faydeya diyaloga bi wan re tune ye.”

‘ROJEKE BI HÊRS LI BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ Û NÎŞANEYA ŞEREKÎ LI ROJAVAYÊ WELAT’

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsand: "Nîşaneyên şerekî li rojavayê Lîbyayê zêde bûne. Metirsiyên vegera şer û tevlîheviyê li paytext Terablusê û bajarên derdora wê,ligel berdewamiya parçebûna hikûmetê û avabûna hevbendiyên nû li ser erdê, zêdetir dibin.

Fermandariyên leşkerî û civakî jî li herêmên rojava û navarast, di civîna xwe ya bi serokê îstixbaratê yê ji peywirê hatiye xistin Usame El-Ciweylî re, ragihandin ku ew li gel hikûmeta Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa ne, da ku ew welat bê derengî derbasî hilbijartinên serokkomarî û parlementoyê bibin. Ev jî yekemîn helwesta ragihandî ya wan partiyên ku ji paytext Terablus û bajarên Misrata, El-Zawiye, Zintan û Rişfana ne.

Fermandariyên leşkerî û civakî li herêmên rojava û navarastê bangên xwe yên derketina bilez ya hemû hêz û çeteyên biyanî ji axa Lîbyayê nû kirin û tekezî li ser redkirina destwerdana derve di karûbarên Lîbyayê de kirin.

Li gorî çavdêran, di vê civînê de avabûna hevbendiyên nû li herêma rojava ya piştevaniya hikûmeta ku ji parlamentoyê derketî, li hember hêzên çekdar ên ku piştgiriya hikûmeta Yekîtiya Niştîmanî bi serokatiya Ebdulhemîd El-Dibêba dikin, eşkere kir. Aliyên Lîbyayî ji "El-Bayan" re gotin ku tirseke ciddî ya derketina şerekî nû heye ji ber berfirehbûna xeleka dilsoziya bi hikûmeta nû re. Çi li Terablus, Misrata, çi li Zawiye û bajarên din ên Berava Rojava.

Her wiha, tê pêşbînîkirin ku herêmên başûrê Lîbyayê roja înê, li hember teqîna tankereke sotemeniyê li şaredariya Bint Biya, roja duşema borî, rojeke hêrsê organîze bikin. Tê çaverêkirin ku ji bo şermezarkirina îhmalkirina başûrê Lîbyayê mîtîng bên destpêkirin. Di dema ku şaredarên şaredariyên Ûbarî, El-Xerîfa û Bint Biya, li başûrê rojavayê Lîbyayê, peyamek hevbeş dan û tê de hikûmetên li pey hev ji ber xirabûna şert û mercên jiyanê yên li Fezzanê bi giştî, sûcdar û berpirsyar dîtin."