Li ser şopa Barîn Kobanê û Cuma Botan; Barîn Botan

Şervana YAT'ê Barîn Botan da ser şopa şehîd Barîn Kobanê û Cuma Botan û di oxira azadî û heqîqetê de şehîd bû. Şehîd Barîn Botan her tim digot "Ez jiyana koletiyê qebûl nakim û divê hemû jin rewşa ku tê de dijîn qebûl nekin."

Li ser şopa Barîn Kobanê û Cuma Botan; Barîn Botan
4 tebax, 2022   04:30
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN- XANDÎ ELO

“Şehîd sax in, namirin”, gotineke ku gelê Kurdistanê li qadan îsbat kiriye. Gelê Kurdistanê xwedî li nirxên şehîdên xwe derdikevin û dide ser şopa wan. Tevî hemû êriş û siyasetên qirkirinê lê ev gel erkên xwe yên şoreşgerî û welatparêzî bi cih tîne.  Erkên ku şehîdan ji gel re hiştiye ji bo armanc û hêviyeke nû ye.

Dîroka Kurdistanê ya ku bi berxwedana gel û şehîdên wê yên azadiyê hatiye xemilandin, îro jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi destanên lehengiyê yên şehîdên xwe, berdewam dike.

Şehîd Barîn Botan jî yek ji hezaran şervanên jin e ku di berxwedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji bo serkeftin û azadiya gelê xwe şehîd bûn.

BARÎN BOTAN KÎ YE?

Barîn Botan bi navê rast (Ruha Beşar) di sala 2003’an de li navçeya Ehrez a girêdayî kantona Şehbayê ji dayik bûye, di malbateke ji 5 kesan pêk tê de, ku ya sêyem e mezin dibe.

Barîn Botan bi şervana YPJ'ê Barîn Kobanê bi bandor dibe ku 1'ê Sibatê di bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de şehîd bû û piştî şehadeta wê tev li refên YPJ'ê dibe. Di nava YPJ'ê de navê Barîn Botan radike û dide ser şopa wê. Botan jî paşnavê apê wê Cuma Botan e yê ku di sala 2011'an de tev li Yekîneyên Berxwedana Gel (YXK) bû û di sala 2014'an de li gundê Mebrûka yê herêma Cizîrê şehîd bû.

Barîn Botan di nav malbateke welatparêz ku kadroyên PKK'ê dinase de mezin dibe. Ji ber wê malbata wê li pêşiya biryara wê nebû asteng, lê piştgirî da wê.

Bavê şehîd Barîn Botan, Merwan Beşar jî dibêje: "Malbata me ji bo rizgarkirina welatê me yê dagirkirî ti tiştî kêm nake."

Merwan Beşar got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê kantona Şehba dagir kir, em koçberî bajarê Efrînê bûn. Em sal û nîvekê li bajarê Efrînê man û piştî rizgarkirina navçeya Ehrezê em vegeriyan wê deverê."

NASKIRINA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Malbata şehîd Barîn Botan di salên 90'î yên sedsala borî de, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kirin. Merwan Beşar wiha got: "Mala me ji kadroyên tevgerê re vekirî bû. Di salên dirêj ên têkoşîna xwe ya li herêmê de her tim dihatin mala me û bandoreke kûr li malbatê hiştin. Me nêzîkatiyek nû pejirand û wan ruhê neteweyî di me de afirand."

Bavê wê di axaftina xwe de balê dikişîne ser tiştên ku şehîd Barîn Botan di dema xwendina xwe de pê re rû bi rû maye û wiha got: "Barîn heta refa şeşan xwendiye, ji ber koçberiya me nekarî xwendina xwe biqedîne, lewma hînbûna zimanê kurdî berdewam kir. Di fêrbûna zimanê zikmakî de yek ji kesên herî serkeftî bû."

Bavê şehîd Barîn soz da ku ew  dev ji rêya şehîdan bernedin û dê peyama wan a ku ji bo wê têkoşiyane berdewam bikin û got,  berdêla azadiyê şehadet e.

/kr/uploads/files/2022/08/03/175057_-.webp

Birayê şehîd Barîn, Mecîd Beşar jî wiha dibêje : "Têkoşer Barîn Botan di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê de li kantona Şehbayê kar dikir. Di karê xwe de dilsoz bû. Piştî şehadeta  Barîn Kobanê re û belavûbna dîmenên destdirêjiya li ser bedena wê, Barîn Botan yekser tev li refên YPJ'ê bû û ji biryara xwe dudil nebû."

Birayê şehîd hin kêliyên hevdîtina xwe bi xwişka xwe ya şehîd re bi bîr tîne û wiha parve dike: "Min di Cejna Remezanê de ew dît. Wê demê min li bajarê Hesekê dewreya perwerdeyê didît û min xwest xwişka xwe bibînim. Piştî çend saetan min ew dît. Em saetekê rûniştin û li ser gelek tiştan me nîqaş kir, wê jî li ser rewşa malbatê û hevalên xwe pirsî. Me wêneyên bîranînê kişandin û piştî wê ez vegeriyam akademiya ku min tê de dewreya perwerdeyê didît. Wê li bajarê Hesekê li gel şehîd Jiyan Tolhildan kar dikir."

Li ser taybetmendiyên şehîd Barîn Botan, Mecîd Beşar jî wiha got: “Li hember xwişk û birayên xwe henûn bû, gelekî ji wan hez dikir, lê di heman demê de bêdeng bû û hemû siren xwe vedişart."

/kr/uploads/files/2022/08/03/175042_-.webp

Dayika şehîd Barîn, Qedriya Qasim, li ser taybetmendiyên keça xwe ya şehîd wiha got: "Tişta di serê xwe de dikir, guh nedida kesekî, wêrek bû, lê aram e. Di kar de jêhatî bû û tiştê ku jê tê xwestin pêk dianî. Berê di nav baxçe de û her tim ji min dixwest ku ez xwe bi karê malê ve newestînim, digot, ez ê hemû karan bi xwe bikim, lê tu rehet be."

WESIYETA WÊ

Şehîd Barîn Botan ji malbata xwe re soza "Ez ê tola apê xwe hilînim, çeka wî hilgirim û rêya wî bişopînim" dubare kiribû. Dayika wê wiha dibêje, "Carinan li min digeriya pirsa halê malbatê dikir. Wê wesiyet li min kir ku ez wê li kêleka şehîd Sosin Bîrhat û Awaz Urmiye defin bikin û ji bo pêkanîna daxwaza wê soz ji min xwest. Min jî wiha bersiva wê dida, ez dixwazim li ber te bimirim û ez êşa terka te nejîm."

Endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sosin Bîrhat, tevî 4 şervanên din di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser avahiya Meclisa Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûn. Awaz Urmiye bi navê rast Nesrîn Ehmed, di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû, ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 20'ê Çilaya îsal de li dijî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê şehîd bû.

/kr/uploads/files/2022/08/03/175006_-.webp

Keça apê şehîd Barîn Botan, Ula Elîme jî wiha behsa wê dike: "Ez û têkoşer Barîn ji zarokatiya xwe ve bi hev re bûn û ev yek bû sedema ku em piraniya dema xwe bi hev re derbas bikin, lê dema wê biryar da ku tev li nava refên Yekîneyên Parastina Jin bibe, ji min re negot. Ji ber ku bi xwezaya xwe bêdeng bû."

Dotmana şehîd Barîn, Ula wiha didomîne: "Li dibistanê, ew di refa xwe de serkeftî bû û hez dikir alîkariya hemû hevalên xwe bike. Hez dikir ku jiyanek azad bijî. Wê pir dixwest ku ji bo welatê xwe tiştekî bike û mohra wê di şoreşê de hebe. Me bi hev re perwerdeya leşkerî dît û bi hev re fêrî zimanê xwe yê zikmakî jî bûn. Ew xwedî kesayetek dilsoz û dilgeş bû."

TÊKOŞÎNA WÊ JI BO MIROVAHÎ Û AZADIYÊ

/kr/uploads/files/2022/08/03/174945_-.webp

Hevala şehîd Barîn, Ronahî Amanos dibêje: "Min têkoşer Barîn li Hesekê nas kir. Ez jî di Meclisa Leşkerî de dixebitîm. Me bi hev re perwerde dît. Wê her tim digot ku gerek tola Barîn Kobanê were rakirin û bi şehadeta Barîn wê bi hezaran Barîn jidayîk bibin."

Ronahî Amanos armancên ku şehîd Barîn Botan ji bo wan xebat dikir, wiha tîne ziman: "Wê dixwest tevahî jinan ji zilmê rizgar bike û her digot ku ew ji bo vî tiştî têkoşîn dike. Her tim teqezî li ser wê dikir ku divê jin jiyana bi zilm û desthilatdarî ya ku ji aliyê zilaman ve tê kirin, qebûl nekin. Dixwest ku jinên navçeya Ehrezê ji zexta civakê rizgar bibin."

Ronahî îşaret bi vê yekî kir ku şehîd Barîn Botan di karê xwe de pir bi rêxistinkirî bû û şaştî qebûl nedikir û tev li pêngavên rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê û Pêngava Gurzê Gelan bû.

Ronahî Amanos diyar kir ku şehîd Barîn Botan bi şehîdan û felsfeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bû û her tim digot "Min jiyana koletiyê qebûl nekir û nakim û divê hemû jin rewşa ku tê de dijîn qebûl nekin. Em ê rêya şehîdan bişopînin û daxwazên wan pêk bînin. "

ŞEHADETA WÊ

23'yê Tîrmehê Barîn Botan, fermandara YAT'ê Jiyan Tolhildan û fermandara YPJ'ê Roj Xabûr piştî ku ji Foruma Şoreşa Jinan a li bajarê Qamişlo vedigeriyan, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser erebeyan wan de li rê ya Qamişlo şehîd bûn.

ANHA