Şengal; serkeftina hevgirtina hêzan

12 siwarî, hêzên Rojavayê Kurdistanê, keç û xortên Êzîdxanê DAIŞ têk bir, bi berxwedanê plan têk birin. Ev xweseriya ku bi berdelên giranbuha û banga rêber Abdullah Ocalan hate ragihandin li dijî hemû êriş û xetereyan vê peyamê dide dagirkeran; “Êdî Şengal wekî berê nabe.”

Şengal; serkeftina hevgirtina hêzan
3 tebax, 2022   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şengal ji wan warên êzidiyan e ku her tim komkujî lê çêbûne. Êzidî hem di aliyê statuyê de, hem jî di aliyê ol de hatine redkirin ku 73 ferman li ser wan pêk anîne. Beriya berxwedana Şengalê ya rizgarina ji çeteyên DAIŞ’ê tu kesî behsa Şengalê nedikir. Bi rizgarkirin û banga rêber Abdullah Ocalan re ji bo Şengalê rûpelek nû vebû. Êdî Şengal encama têkoşîna 8 sal berê; bi pênaseya Şengala berê û Şengala niha tê dîtin. Ji redkirinê ber bi xweseriyê ve çû. Lê ruxmî berxwedana mezin cîhan xetereya niha ya dewleta Tirk û PDK`ê re çavê xwe girtiye. Şêniyên Şengalê jî bi biryar in ku êdî Şengal wekî berê lê neyê.

Piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyîn, rêber Abdullah Ocalan gef û metirsiyên nû yên li ser civaka êzidî yekser dîtin û ji bo avakirina herêmeke ewle hişyariyên girîng bi pêş xistin. Rêber Abdullah Ocalan dixwest di qada navîn a Iraqê de, anku ji herêmên Biradost heya Şengalê qadeke azad û ewle ji bo gel û baweriyên herêmê were avakirin. Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan baş zanîbû dê hêzên qirker di vê valahiyê de, di serî de civaka êzidî, berê xwe bidin bîr û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn.

Ruxmî ku di sala 2004`an de statuya federal li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin û siyaseta Iraqê hate guhertin lê wekî Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî ye Şengalê jî nexistin nav axa Başûrê Kurdistanê ku mafê wan li herêmê nehate qebûlkirin. Li gorî xala 140’emîn a destûra Iraqê ku di sala 2007’an de hat qebûlkirin, wê statuya Şengalê bi referandumê bihata diyarkirin. Lê referandum tu carî pêk nehat. Hikumeta Iraqê û Nûrî Malikî xala destûrê pêk neanî û her tim rê li ber wê girt.

Rêber Abdullah Ocalan ji ber vê metirsiyê ji bo Şengalê banga liv û tevgerê ji tevgera azadiyê re kiribû û gotibû “Ez bi salan e hişyar dikim. Nasnameya gelê me yê êzidî di bin metirsiyê de ye. Ez dibêjim bikevin nava tevgerê.”

Pêşdîtina rêber Abdullah Ocalan rast derket ku di 14’ê Tebaxa 2007’an de li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, di êrişa 4 wesayîtên bombebarkirî de derdora 600 êzidî şehîd ketin, zêdetirî wê jî birîndar bûn. Ev her du rê jî di bin kontrola PDK’ê de bûn. Ev komkujî wek nîşaneyeke destpêkê ya fermana 2014’an bû.

* 1’ê Hezîrana 2014’an civîneke veşartî li Ammanê hate lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebistana Siûdî, dewleta Tirk, Îsraîl û PDK tev li wê civînê bûn. Bi vê civînê re qada Iraq û Başûrê Kurdistanê û bi pey re qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hate vekirin.

* Di çarçove û biryarên vê civîn û peymanê de, DAIŞ’ê 10’ê Hezîranê êrişê Mûsilê kir. Artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê li Mûsilê bûn. Ji aliyê leşkerî ve yek ji bajarên herî xurt ên Iraqê, Mûsil bû. Lê bêyî ku li ber xwe bide, di nava 6 saetan de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê kirin. Ji ber ku ev biryar di civîna Ammanê de dabûn.

*DAIŞ, piştî Mûsilê berê xwe da Şengalê û 3’yê Tebaxa 2014’an ji Başûrê Çiyayê Şengalê dest bi komkujiyan kir. Bi hezaran pêşmerge bi talîmata PDK’ê şer nekir û ji Şengalê vekişiyan.

*Di 3’yê Tebaxa 2014’an de saet di 03.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi doçka û hewanan li dijî gundên Girzerik, Siba Şêx xdir û saet 04.00’an jî li dijî gundên Tilbenat, Tilkasab, Koço êriş kirin. Beşek ji gundê Girzerik kete destê çeteyên DAIŞ’ê. Gundiyên Girzerik û Siba Şêx Xidir ji gundên xwe derketin.

* Li ser hişyarî û banga rêber Abdullah Ocalan ji tevgera azadiyê re PKK’ê biryareke din a dîrokî da û fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan 5’ê Tebaxê ji hemû cîhanê re ragihand ku ew ê mudaxale li rewşa Şengalê bikin.

* Beriya fermanê, 12 gerîlayên PKK’ê ku di nav de fermandarê mezin a Şengalê Dilşêr Herekol jî hebû, berê xwe da Çiyayê Şengalê da ku civaka êzidî perwerde û bi rêxistin bikin, hêza parastinê ava bikin. Lê PDK’ê xwest çûyîna gerîlayan asteng bike. Ji ber vê gerîlayên PKK’ê bê çek û bi awayek veşartî xwe gihandin Çiyayê Şengalê. PDK’ê 3 gerîlayên ji vê komê girtin û xistin zindanê.

*Li milê din jî li Rojavayê Kurdistanê, hêzên şoreşê ji bo parastina Şengalê ketibûn nava liv û tevgerê. Hêzên parastina Rojava YPG û YPJ ji herêmên Til Koçer û Cezaa yên Rojavayê Kurdistanê bi şerekî sîng bi sîng çembera DAIŞ’ê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di nava rojekê de nêzî 100 km rê derbas kirin, çiyayê Şengalê xistin bin parastina xwe.

* Di heman demê de hêzên YPG/YPJ’ê bi pêkanîna bangên êzidiyan ên ji bo alîkariyê ji Rojava re, korîdora mirovî di navbera Rojava û Şengalê de vekirin û êzidiyên li wir veguhastin herêmên ewle.

*Di 14’ê Çileya 2015’an de Meclisa Gel a Şengalê hat ragihandin.

* Di 29’ê Çileya 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ragihandin ku wan bi navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo Rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevbeş ava kiriye. Bang li PKK, PDK û YNK’ê hat kirin ku cihê xwe tê bigirin.

* Hêzên berxwedêr ên Şengalê di 8’ê Cotmeha 2015’an de li Geliyê Şilo gava yekemîn hate avêtin.

* Di 31’ê Cotmeha 2015`an de jî pêngava rizgarkirina gundên Rojavayê Şengalê dest pê kir.

* Di 13’ê Mijdara 2015’an de jî rizgarkirina navenda Şengalê ji hemû cîhanê re hate ragihandin. Pêngava rizgarkirina Şengalê li vir bi dawî nebû. Vê carê jî wekî merheleya sêyemîn, pêngava rizgarkirina gundên derdora Şengalê dest pê kir.

* 13’ê Mijdara 2015’an navenda Şengalê hate rizgarkirin.

JI RÊBER OCALAN JI GELÊ ŞENGALÊ RE: BILA JIYANA XWE YA AZAD AVA BIKIN

Der barê rizgarkirina Şengalê de rêber Abdullah Ocalan ev peyam ji gelê Şengalê re şand: “Ez jî ji gelê me yê Şengalê pir hez dikim. Ji bo azadî û rizgariya Şengalê em dikarin behsa 2 bûyeran bikin. Yekem, Derwêşê Evdî, duyem jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heya Reqayê gelê êzidî rastî komkujiyê hat. Lê me li van hemû qadan hêzên qirker têk birin û me tola gelê êzidî rakir. Ji ber vê em kêyfxweş in. Ez rêz û silavên xwe yên bêsînor digihînim gelê Şengalê. Bila êdî ew nekevin nava fikaran, bila jiyana xwe ya azad ava bikin.”

DAIŞ di êrişan de gelek zilm li gelê Şengalê kir. Bi taybet jin kirin hedef ku bi hezaran jin hatin qetilkirin, revandin û firotin. Heya niha hezar û 190 jinên êzidî tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Li gorî agahiyên ku komeleyên êzidiyan parve kirine, çeteyên DAIŞ’ê 6 hezar û 417 êzidî revandin. Ji van 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in. Bi operasyonan 3 hezar û 537 êzidî ku hezar û 201 jê jin bûn, hatin rizgarkirin.

* Ji xelkên ku li çiyayên Şengalê asê mabûn û ji birçîbûn û tîbûnê mirin, xwarin û av hat şandin û beşeke girîng ji wan hatin derxistin. Beşek ji wan koçî Rojava, hinek ji Dihok û Hewlêrê û hejmareke kêm jî ji êzidiyan koçberî Şirnex, Êlih û Mêrdînê bûne.

* Li gorî amarên fermî yên hikumeta Başurê Kurdistanê, nêzî 290 hezar êzidî neçar mane ji Şengalê koç bikin. Nêzîkî 50 hezar ji wan bê hêvî xwe avêtin çiyayên Şengalê.

* Kesên ku li çiya û rêyan nekarîn ji destê DAIŞ’ê birevin jî bihesibînin, zêdetirî 3 hezar êzidî hatine qetilkirin ku herî kêm 300 ji wan zarok in. Di şer de keçên ciwan hatin revandin û birin bajarê Baacê.

* Heta niha li gelek cihên Şengalê 68 gorên komî hatine dîtin. Tê texmînkirin ku di gora herî mezin de derdora 200 cenaze hatine dîtin. Heya niha lêgerîna gorên komî berdewam dike, cihên ku herî zêde gorên komî lê tên dîtin gundên Koço, Solax, Herdan, Ramûsî û Kapusî bûn.

Piştî rizgarkirina Şengalê êdî xebatên rêxistinî û sazîbûnê bi aktîf dest pê kir. Êdî gelê Şengalê bi ragahandina xweseriyê re xwe bi xwe rêve dibe. Her wiha jibo mayîndekirina parastinê jî hêz hatin avakirin.

* Di sala 2016’an de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Jinên êzidî di dîrokê de cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin. Bi vî awayî hêzên YBŞ/YJŞ’ê 11 mehan li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan.

* Di 2016’an de Tevgera Azadiya Jinên êzidî (TAJÊ) hate avakirin. TAJÊ wekî sîwana jinên êzidî ji parastinê heya perwerdehî û aboriyê pêşengiya rêxistinkirina jinên êzidî kir.

*Di sala 2017`an de Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat ragahandin. Meclis ji 12 komîteyan pêk tê: 1-Çand, Huner û Ragihandin, 2-Ewlekarî, 3-Xizmetguzarî, 4-Zagonsaz, 5-Perwerde, 6-Mafên Mirovan û Saziya Malbatên Şehîdan, 7-Bawerî û Ol û Aştî, 8-Aborî, 9-Ciwan û Werzîş, 10-Tenduristî, 11-Rêxistina Civakê, 12-Katibê Meclisê.

Êrişên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebû. Bi têkçûna DAIŞ re PDK û dewleta Tirk dixwestin rê li ber Şengala azad û xweser bigirin. PDK`ê ya ku gelê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hişt û reviya piştî rizgarkirina Şengalê dest bi gef û êrişên xwe kir û bi dewleta Tirk re ket nav planên qirêj.

* PDK’ê, ji bo car din vegere Şengalê gelek caran ji bo gerîlayên HPG’ê û YJA-Star’ê ji Şengalê derkevin daxuyanî dan, bangawazî kirin. Ev têrî nekir di sala 2017’an de li Xanesorê êrişî hêzên Tevgera Azadiyê kir lê biserneket.

* Hewldana yekem a berfireh di 3’ê Adara 2017’an de li hemberî Xanesorê pêş ket. PDK’ê xwest bi çeteyên Roj, Xanesorê dagir bike. Di encama êrişên PDK’ê de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî di nav de 12 kes şehîd ketin. Lê berxwedana gelê Xanesorê rê li ber vê êrişê girt û PDK bi ser neket.

*Piştî ku ev hewldan bi berxwedana gel têk çû, vê carê dewleta Tirk dest bi êrişan kir. Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta tirk cara yekem bi balefirên şer êrişê Şengalê kir û gelek cihan bombebaran kir. Ev, di êrişên li ser Şengalê de merheleyeke nû bû.

* Gerîlayên PKK’ê ji dema fermanê heya 2018’an hem di warê parastinê de hem jî di warê avakirina pergala xweseriya demokratîk de rola pêşeng lîstin. Ji xwe armanca tevgera azadiyê jî ew bû ku Şengal xwe bigihîne hêza cewherî ya parastin û rêveberiyê. Li ser vê esasê di 1’ê Nîsana 2018’an de gerilayên PKK’ê bi awayek fermî ji Şengalê vekişiyan. Êdî YBŞ û YJŞ û her wiha Asayîşa Êzîdxanê di her milî de erka parastina Şengalê girtin ser xwe û heya roja me jî vê erkê pêk tînin.

* Xeleka dawî ya êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, îmzekirina Peymana 9’ê Cotmehê bû ku di 2020’an de di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Mistefa Kazimî de çêbû. Her çiqas ev peyman di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibe îmzekirin jî di pişt vê peymanê de dewleta Tirk û di serî de Amerîka hêzên navneteweyî hebûn.

Ew Şengala ku herkesî çavê xwe jê re girtibû û li ser planên dagirkeriyê danîbûn bi berxwedana şervanên YPG/YPJ/YJŞ/YPŞ/HPG/YJA Starê têk çûn. Ji bo pêkanîna planên berê û tolhildanê dewleta Tirk çawa ku pêşengên ku DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin dike hedef heman tiştî li Şengalê jî pêk tine. Bi balafirên SÎHA/ÎHA û yên şer pêşengên civaka Êzîdî, fermandarên li dijî DAIŞ şer kirine dike hedef. Di nava deverên kirin hedef de nexweşxane û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî hene.

BÎLANÇOYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ

* 26'ê Tebaxa 2020'an li Xanesorê ya Şengalê wesayiteke sivîlan kirin hedef. Di encama êrişa balafirên bêmirov de 2 sivîl şehîd bûn.

* Di 17'ê Tebaxa 2021'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

* Dewleta Tirk a dagirker 15'ê Hezîrana 2022'yan bi balafirên bêmirov êrişî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de sivîl kirin hedef û zarokê bi navê Salih Naso yê 11 salî şehîd bû, di nav de rojnamevanek, 7 welatî jî birîndar bûn.

* Di 16’ê Tebaxa 2021'an de li navenda Şengalê nuqteyeke Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rastî êrişa balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker hat. Di êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn, 3 sivîl; Qasim Simo, Şamîr Abbas Berces û Mîrza Elî jî birîndar bûn.

* 8'ê Mijdara 2021'an balafirên bêmirov ên dewleta Tirk bombe li gundê Barê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê barandin. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

* Di 17'ê Tîrmeha 2022’yan de li gundê Dîcle yê navçeya Telafer a Mûsilê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek kir hedef. Di encama êrişê de 5 kes şehîd bûn.

Heya niha jî xeterî li ser Şengalê berdewam dike. Heya ku hêzên navnetewî fermi pêşî li êrişên dagirkeran negirin û statûya herêmê nas nekin wê êriş berdewam bikin lê dagirkerî û vegerandina Şengala berê êdî ne mimkûn e.

ANHA