Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê komeke bazirganên madeyên hişbir girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro komeke bazirganên madeyên hişbir li bajarokên Xeranîc û Ebû Hemam ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê girt. Her wiha dê têkoşîna xwe di vê derbarê de berdewam bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Dêrazorê komeke bazirganên madeyên hişbir girt
3 tebax, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da:

“Hêzên me yên li dijî tawanan îro çarşemê 3`yê Tebaxê, bi ser her du bajarokên Xeranîc û Ebû Hemam yên li gundewarê rojhilatî Dêrezorê de diçin ji bo ku komek ji kesên ku madeyên hişbir belav dikin, bigirin.

Piştî çavdêrî û lêkolînên endamên li dijî tawanên derbarê dosyayên bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir, bi 4 kesên ku belavkirina madeyên hişbir dikin ji bo ku li gundewarê Dêrezorê were bikaranîn, guman kirin.

Endamên li dijî tawanan dest bi komkirina delîl û belgeyên ku wan şermezar dikin, kirin. Di serdegirtineke tund de li malên wan tên girtin û hêzên me pençiyek heşîş bi giraniya 170 g û 30 g ji macûna heşîşê, tevî 300 hebikên Captagol, desteser kirin.

Di lêpirsîna bi kesên sûcdar re li xwe mikur hatin ku wan bi karê belavkirina madeyên hişbir di nav gelê me de kirine ji bo ku mêjiyên milet li ser îdman bibin û wan madeyan bikar bînin û ew jî li şûna wê pereyan werbigirin.

Hêzên me tiştên hatine desteserkirin tevî kesên sûcdar ji Desteya Dozgeriya Giştî re şandin da ku rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst der barê wan de temam bikin.

Hêzên me her kesê ku vê belayê derdixîne û dixwaze wê di nava pêkhateyên gelê me de belav bike, ji ber ziyanên wê yên neyînî û kujer berdewam bin, dişopînin.

Dijmin her tim xwestine ku wê di nava civakên me de belav bikin ji bo ku vîn û çalakiya gel têk bibin û her wiha di belavkirina tawanan de jî ji bo ku aramî û ewlehiya hemû herêmên me xerab bikin.”