Fetih bêdengiya hikumeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk rexne dike

Endamê Hevbendiya Fetih Elî El-Fetlawî bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk rexne kir û got “Heke rê li ber komên berxwedanê bihata vekirin, dê dewleta Tirk vegerandina nava xaka wê û herêmên Iraqê rizgar bikirana.”

Fetih bêdengiya hikumeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk rexne dike
3 tebax, 2022   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê ‘Melûme’, endamê Hevbendiya Fetih Elî El-Fetlawî got: “Berjewendiyên hevpar di navbera aliyekî hikumeta Herêma Kurdistanê, parlamenter û siyasetmedar û dewleta Tirk de heye. Lê belê nikarin li ser destekdayîna Iraqê û erêkirina berdewamkirina binpêkirinên Tirkiyê û dagirkirina xaka Iraqê, bazaran bikin.”

El-Fetlawî wiha domand: “Eger rê li ber komên berxwedanê bihata vekirin, dê karîbûya dewleta Tirk vegerîne axa wê û herêmên Iraqê rizgar bikirana, lê belê hikumeta li gorî kêfa dewleta Tirk dixebite.”

El-Fetlawî destnîşan kir ku divê hêz ji bo bersivdayîna binpêkirinên Tirkiyê were bikaranîn, lê belê hikumeta Iraqê biryarekê nade ku rê li ber binpêkirinên Enqereyê li bakurê Iraqê bigire.

Dagirkeriya Tirk binpêkirina serweriya Iraqê didomîne û êrişan li axa Iraqê pêk tîne. Herî dawî jî li Zaxoyê komkujî pêk anîbû û di encama wê de 9 kes hatin qetilkirin.

(dm)