Malikî û El-Xezelî: Divê xwepêşandan derbasî Herêma Kesk nebin

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî daxwaz ji xwepêşanderên alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir, derbasî nava Herêma Kesk a Bexdayê nebin. Her wiha Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî bang li alîgirên xwe kir ku derbasî Herêma Kesk Nebin.

Malikî û El-Xezelî: Divê xwepêşandan derbasî Herêma Kesk nebin
1 tebax, 2022   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi peyameke bi deng bang li xwepêşanderên alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir ku derbasî nava Herêma Kesk a Bexdayê nebin.

Malikî di peyama xwe de ji ber tevlîbûna xwepêşandanê spasiya alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir û got: “Armanca we ya xwepêşandanê ji bo parastina dewlet, saziyên wê û destûrê ye. Ji bona wê nabe tu kes binpêkirinek li beramberî saziyên dewletê bike û rûbirûyê hêzên ewlehiyê bibe.”

Her wiha Nurî Malikî daxwaz ji alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir derbasî nav Herêma Kesk nebin.

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî çend daxwazek ji alîgirên xwe kir û got, divê li dijî hêzên ewlehiyê dernekevin û derbasî nava Herêma Kesk nebin.

El Xezelî ji alîgirên xwe re got, “Tevlîbûna we ya xwepêşandanê ne li dijî kesek yan jî grupekê ye. Tevlêbûna we ji bo xatirê Iraq, hemû Iraqiyan, hikumet, parlemento û gelê xwe ye.”

Herwiha hişyarî da alîgirên xwe û ragihand ku divê peyama wan yekgirtî be û tenê ji bo Iraqê be.