​​​​​​​Jina ku di topbarana artêşa Tirk de birîndar bûbû, şehîd bû

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn da zanîn ku jina ciwan a bi navê Fehîme Fewzî Reşo ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker a 26’ê Tîrmehê de birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyeke Helebê şehîd bûye.

​​​​​​​Jina ku di topbarana artêşa Tirk de birîndar bûbû, şehîd bû
1 tebax, 2022   11:53
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 26`ê Tîrmehê ji baregehên xwe yên li bajarê Ezazê gundên li kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de, 6 jinên li ser zeviyan dixebitîn, birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Til Rifetê, piştre jî birin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê. Ciwana bi navê Fehîme Fewzî Reşo (17) ku ji navçeya Cindirêsê ye, piştî lingê wê hate jêkirin, ew rakirin nexweşxaneyeke Helebê.

Endameke rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn ji ajansê re ragihand ku Fehîme Fewzî Reşo ya ku di topbarana dagirkeriya Tirk li derdorê navçeya Til Rifetê de birîndar bûbû, şehîd bûye.

(eh)

ANHA