Li Raperînê wesayîtek hat bombekirin

Li bajarokê Çarqurne yê ser bi Îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê ve balafirek bêmirov wesayîtek bombe kir, di encamê de kesek birîndar bû.

Li Raperînê wesayîtek hat bombekirin
1 tebax, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê nîvro li ser rêya Çarqurne ya ser bi Îdareya Raperînê ve balafirek bêmirov wesayîtek bombe kiriye û di encamê de kesek birîndar bûye.

Heya niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.