Hevjîna şervanekî ku bi destê sîxuran hat şehîdxistin: Destekê bidin 'OPERASYONA SOND'

Hevjîna şehîd Seyfullah Ehmed spasiya QSD`ê kir, ku ajanên bûne sedema şehadeta hevjînê wê girtine û banga birîna cezayên giran li wan kir. Her wiha bang li gel kir ku destekê bidin “Operasyona Sond” a li dijî sîxur û nokeran.

Hevjîna şervanekî ku bi destê sîxuran hat şehîdxistin: Destekê bidin 'OPERASYONA SOND'
1 tebax, 2022   09:54
HESEKÊ

Di 26'ê Tîrmeha borî de, Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) ragihand ku wan şaneyeke sîxuran ya ji 3 jinan girtiye, ku bûne sedema şehadeta fermandar Sewsen Bîrhat, fermandar Egîd Girkê Legê û şervan Seyfullah Ehmed û Robar Hesekê yên ku di 19’ê Tebaxa 2021’an de di êrişa li dijî navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî  ya Til Temirê de şehîd bûne. Heman sîxur bûn sedema şehîdxistina fermandar Rênas Roj li ser rêya Qamişlo-Heseke.

Bi zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ'ê û şaneyên rasterast girêdayî MÎT`ê re, roja yekşemê Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di çarçoveya “Operasyona Sond" de 36 kesên ku rasterast bi dagirkeriya Tirk re kar dikirin hatine girtin, yên ku bûn sedema şehîdxistina fermandar û şervanên QSD'ê li cih û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ajansa me bi hevjîna şehîd Seyfullah Ehmed ku di 19’ê Tebaxa 2021`an de şehîd bûye, Menal Mihemed Elî re hevpeyvînek çêkir. Menal ji ajansa me re helwesta xwe têkildarî Operasyona QSD’ê ya li dijî ajanan û girtina sîxurên ku bûne sedema şehadeta hevjînê wê de, parve kir.

Menal Mihemed Elî wiha got: "Di 19’ê Tebaxê de roja ku tê de şehîd bû, hevjînê min di saetên piştî nîvro de li malê bû, min jê xwest ku hinek kelûpelan bîne. Got ku ew ê roja din sibehê bîne. Piştî saetekê çû ser karê xwe li navenda têkiliyan. Derdora saet 5:00`an piştî nîvro de, me dengê teqînekê li bajêr bihîst. Wê demê ez bi telefonê lê geriyam û min pirsa wî kir. Ji min re gotin ku hevjînê te tevî birîndaran çûye nexweşxaneyê. Lê dema min bihîst ku ew tevî rêhevalên xwe fermandar Sewsen, Rênas, Egîd û Robar şehîd bûye, ez matmayî mam."

OPERASYONA QSD'Ê YA Lİ DİJÎ AJANAN GAVEKE PÎROZ E

Menal wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me nizanîbû ku Seyfullah û rêhevalên wî bi destên ajan û MÎT`a Tirk hatine şehîdxistin, beriya 4 mehan em bi vî tiştî hesiyan. Ez spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikim ku ajanên bûne sedema şehadeta hevjînê min û hevalên wî, girtine. Operasyona ku QSD`ê li dijî sîxûr û ajanan daye destpêkirin, gaveke pîroz e."

DIVÊ XAYÎN BÊN DARVEKIRIN DA KU BIBIN ÎBRET

Di axaftina xwe de Menal bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir û got: "Daxwaza me ew e ku van xayinan li qada mezin a navenda bajarê Til Temirê darve bikin, da ku ji hemiyan re bibe îbret û hemû cîhan bizanibe çi êş bi me dane kişandin.”

MİROV ÇAWA DİKARE Jİ BO PEREYAN XİYANETÊ Lİ WELAT Û GELÊ XWE BİKE?

Menal hevkarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ev tişt anîn ziman: "Dema min zanî ku xayin ji gelên vê herêmê ne, ez gelekî matmayî mam. Gelo ev kes çawa dikarin bi pereyan welatê xwe û gelê xwe bifiroşin. Çi feydeya wan pereyan e ku niha bi kêrî wan nayê."

DİVÊ HER KES PİŞTGİRÎ BİDE OPERASYONA QSD’Ê

 Di dawiya axaftina xwe de Menal ev bang li gelê herêmê kir: "Divê gelên herêmê bibin yekdest û piştgiriya operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk bikin, ji bo şopandina her kesê ku hewl dide welatê xwe bifiroşe dijminan û hesab ji wan bipirse."

ANHA