​​​​​​​Li Qamişlo panela aktîvkirina rola rewşenbîran

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Rêvevberiya Xweser bi navê "Aktîvkirina rola rewşenbîran di rewşa heyî de" panlek li Qamişlo li dar xist.

​​​​​​​Li Qamişlo panela aktîvkirina rola rewşenbîran
31 tîrmeh, 2022   15:31
QAMIŞLO

Bi dehan rewşenbîrên ji herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, Yekitiya Ragihandina Azad û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de du mejar hatin nirxandin; geşedanên siyasî û aktîvkirina rola rewşenbîran di dema heyî de.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî nirxand, bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê.

Çiya Kurd anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina kurdan û vejandina dewleta Osmanî ye û wiha domand: "Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên me zêde kirine û di dagirkirinê de bi israr e. Ev êriş ne tenê li ser kurdan e, heman demê li ser tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Ermen, Çerkes, Suryan û Ereb û Kurd e."

Çiya Kurd bi domdarî got: ''Dewleta Tirk îdia dike ku avakirina sûriyeke demokratîk gefê li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe. Lê berovajî vê, siyasetên dagirkeriya Tirk rasterast gefên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne. Armanca wê yekitiya gelan têk bibe û osmaniyeke nû li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike."

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku hewcedariya Tirkiyê bi êrişeke leşkerî çi li dijî Bakurê Kurdistanê be an jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê be heye, sedema vê yekê aloziya aborî ya li Tirkiyê û nêzîkbûna hilbijartinan e.

Çiya Kurd da zanîn ku Tirkiyê dixwaze siyasetên xwe yên qirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû bike û wiha pê de çû: "Ev yek dê bandorê li herêmên me bike, ji ber ku Tirkiyê li kuderê be wê NATO jî li wir be, ji ber ku Tirkiyê destekê ji NATO'yê digire. Tevî nakokiyên Tirkiyê û NATO'yê, lê dê NATO hewl bide van nakokiyan bi dawî bike da ku berjewendiyên xwe pêre biparêze."

Beşdaran jî nêrînên xwe li ser rewşa siyasî parve kirin û bersiva pirsan hate dayîn.

Piştî mijara yekemîn, beşdaran mijara duyemîn a têkildarî rola rewşenbîran di dema heyî de nîqaş kirin. Hate gotin, divê reşwenbîr ji bo xurtkirina yekitiya gelan û pêşxistina zihniyeta civakî di aliyê zanistî û exalqî de kar bikin û çalakiyan civakî û çandî li dar bixin.

Her wiha bang li rewşenbîran hate kirin ku destkefiyên şoreşê biparêzin.

Di dawiya panelê de komîteyek ji bo koorînde û rêxistinkirina çalakiyên yekitiyên rewşenbîran ên herêma Cizîrê hat avakirin.

Endamên komîteyê ev in:

Ji Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Ebdulwehab Pîranî.

Ji Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî.

Ji Yekitiya Rewşenbîrên Azad Umran Yûsif.

Ji Yekitiya Nivîskarên Kurd Ridwan Emîn.

Ji Dîwana Wêjeyî Narîman Evdikê.

Ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Telal El-Şêx.

ANHA