​​​​​​​102  parlementerên fransî banga girtina qada hawayî ya herêmê kir

102 parlementerên fransî diyar kirin ku kiryarên Erdogan gefan li aramiya Rojhilata Navîn û ewlehiya Ewropa dixwe û banga girtina qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

​​​​​​​102  parlementerên fransî banga girtina qada hawayî ya herêmê kir
31 tîrmeh, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Endama Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenterên ji partiyên cuda yên Fransayê, li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê deklarasyonek amade kirin. Senator û parlementerên fransî diyar kirin ku piştî şerê Rûsya li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan, ji rojeva dagirtî ya cîhanê û bêdengiya çapemeniya navneteweyî sûdê werdigire û plan dike êrişî kurdên li Bakurê Sûriyeyê bike.

Parlamenterên fransî ragihand ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, tevî şert û mercên xerab ên şer, gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Kildanî, Ermen û hemû gelên din bi hev re dijîn û got: “Ew hewl didin sîstemeke demokratîk, femînîst û ekolojîk birêxistin bikin. Ew ji bo avakirina aştiyê bi gelan re bi diyalogeke mayînde têdikoşin."

'DIVÊ WELATÊN ROJAVA LI BER SÛCÊN ŞER BÊDENG NEBIN'

Parlamenterên fransî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xistin û got: “Divê welatên rojava êdî çavên xwe li sûcên şer û binpêkirinên artêşa Tirk negirin."

Parlamenteran bi bîr xistin ku têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li dijî DAÎŞ’ê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayek erênî hat nirxandin û ev bang li dewletên rojavayî bi taybet rêveberiya Parîsê kirin:

“Ev rewş me hemûyan eleqedar dike û divê em nehêlin artêşa Erdogan careke din êrişî hevalbendên me yên Kurd bike. Em ji bîr nekin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên cîhadîst hatin destgîrkirin. Ji bo operasyoneke nû ya dagirkeriyê ya Erdogan a li dijî Bakurê Sûriyeyê erêkirin, tê wateya bêîstiqrariya herêmê û xeteriyeke cidî li ser ewlehiya Ewropayê dê çêke."

'DIVÊ STATUYA RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN’

Di deklerasyonê de her wiha hat diyar kirin ku pêwîstî bi misogerkirina ewlehiya saziyên Kurd û aktivîstên Kurd ên li Ewropayê dijîn bê kirin û wiha dewam kir: “Em weke parlamenterên xwedî nêrînên siyasî yên cuda yên li Fransayê, polîtîkaya şer a Erdogan şermezar dikin û bang li serok û rayedarên Ewrop dikin ku xwedî helwest bin."

Ji bo qada hewayî ya bakurê Sûriyeyê bê qedexekirin û kurdên Sûriyeyê di asta navneteweyî de bêne parastin, 102 parlamenterên Fransayê bang li dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê û Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî prosedurên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo çareseriyeke mayinde ya li herêmê, xwestin ku statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de bê naskirin.