Orkêstra Rojava ya Zarokan şahiyek li Qamişlo li dar xist

Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan beşa enstrûmentên têlî û piyano û koma stranan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, li dar xist.

Orkêstra Rojava ya Zarokan şahiyek li Qamişlo li dar xist
30 tîrmeh, 2022   19:39
QAMIŞLO

Di şahiyê de bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn. Di destpêka şahiyê de endama rêveber a peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Mizgîn Tahir bixêrhatina beşdaran kir. Piştre koma stranan sirûda Kurdî (Ey Reqîb) xwend û parçeyên muzîkî ji aliyê koma enstrûmentên têlî û piyano ve hatin pêşkêşkirin.

/ar/uploads/files/2022/07/30/190457_img_9918.webp

Têkildarî şahiyê, endama rêveber a peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan, Mizgîn Tahir got, ku kom ji 30 zarokî pêk tê û anî ziman ku ew ê komê mezintir bikin û enstrûmentên nû zêde bikin û stranên nû amade bikin.

Mizgîn Tahir anî ziman ku armanca wan ji şahiyê ew e ku behreyên hunerî yên zarokan vebînin û pêş bixin.

Şahî bi xelatkirina sê zarokan ji komê bi dawî bû.

(mh)

ANHA