​​​​​​​Şêniyên Kobanê 4 şehîdan oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li Eyn Îsayê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê 4 şehîdan oxir kirin
29 tîrmeh, 2022   17:57
KOBANÊ

Endamên Hêzên Ewelarkiya Hundirîn  Selma Mistefa, Sara El-Hisên, Cîhan Mistefa û Beşar Bozan duh di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyan wan de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûn.

Cenazeyê her çar şehîdan bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi sedan kesî ve li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hatin veşartin.

Li goristanê di merasîmê de cigîrê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî ku bang li şêniyan kir ku ji bilî berxwedan tu rê tune ye.

Ferhan Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker nekarî plana xwe pêk bîne ku herêmê vala bike, ji ber wê bi hemû rêbazan êrişî herêmê dike heta ku çekên kîmyawî li ber çavên cîhanê bi kar tîne.

Ferhan Kobanê wiha domand: “Divê em baldar bin û bi hêzên xwe re bin. Divê pêkhateyên herêmê dengê xwe li hember dagirkeriya Tirk bilind bikin, ji ber şerê ne tenê li dijî kurdan e lê belê li dijî hemû pêkhateyan e. Armanca duyemîn, têkbirina projeya me ya demokratîk û Rêveberiya Xweser e ku bi rêya wê gelê herêmê xwe bi rêve dibe.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo jî axivî û got: “Em dev ji rêya şehîdên xwe, rêya azadiyê û parastina jinan bernadin. Êrişên Tirkiyê û balafirên wê me natirsînin.”

Sozdar Şêxo wiha domand: “Dewleta Tirk dijminê gelî aştîxwaz e. Lê ya herî bi êş dijmin di nav me de ye, divê em bilez dijminên xwe nas bikin ji ber ku ji dewleta Tirk a faşîst xetertir in. Ev dijmin şerekî derexlaqî li dijî herêmê dimeşînin, xwe difroşin û dibin sedema şehîdxistina zarokên me.”

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed axivî û got: “Komployek li dijî herêmê heye. Ev yek ji civînên dawîn ên di navbera dewletan de diyar bû ku herî dawî li Tehranê bû. Li hev civiyan da ku rêyan bibînin ji bo projeya demokratîk a herêmê têk bibin û xwîna zarokên me birijînin û herêmên dîtir dagir bikin.”

Mihemed banga girtina qada hewayî ya herêmê kir da ku êrişên li dijî herêmê rawestin û bang li gelê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê derxin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan veşartin.

 (şx)

ANHA