​​​​​​​Ji bo şehîd Ferhad Şiblî li Germiyanê şitlên daran hatin çandin

Bi boneya çilrojiya şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û hevrêyên wî, li bajaroka Rizgarî ya girêdayî Kelarê şitlên daran hatin çandin.

​​​​​​​Ji bo şehîd Ferhad Şiblî li Germiyanê şitlên daran hatin çandin
27 tîrmeh, 2022   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de bi boneya çilrojiya şehadeta Ferhad Şiblî û sê rêhevalên wî, ji aliyê Tevgera Azadî ve li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ve şitlên daran hatin çandin.

Derbarê çalakiyê de endamê Tevgera Azadî Cuma Kerîm got, “Îro li Germiyanê wek rêzgirtinek li xebat û têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî, me 30 şitlên daran çandin..”

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 17’ê Hezîrana 2022’an li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî û sê hevalên wî di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn.