Şaredariya Gel a Reqayê dest bi ziftkirin û sererastkirina rêyên bajêr kir

​​​​​​​Di çarçoveya plansazî û projeyên 2022’an de, Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirin û ziftkirina rêyên tax û sûkên bajarê Reqayê kir.

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi ziftkirin û sererastkirina rêyên bajêr kir
27 tîrmeh, 2022   15:54
REQA

Her sal, bi taybetî di demsala havînê de, Şaredariya Gel a Reqayê û gundewarê wê, li gor derfetên Rêveberiya Xweser projeyên sererastkirin û ziftkirina rêyên bajêr û gundewarê wî pêk tîne. Berpirsên projeyên ziftkirinê destnîşan kirin ku madeyên di ziftkirinê de tên bi kar anîn, dê ji yên par baştir bin.

Ziftkirina rêya Parka Spî heta bi yarîgeha Beledî û hola Firat ve, bendava Reqayê, her wiha kolana El-Qudis, çerxerêya El-Delê, rêya ji Bab Bexdad heta sûka nû, di nav plansaziya Şaredariya Gel a Reqayê de ye.

/ar/uploads/files/2022/07/27/131621_adnan-alkalt.webp

Têkildarî projeyên ziftkirinê yên li Reqayê, endamê Komîteya Çavdêriyê ya Şaredariya Gel a Reqayê, endezyar Ednan El-Kelet da zanîn ku Şaredariya Gel a Reqayê ji îro de  dest bi ziftkirina rêyan kiriye ku di nav plansaziya wan de gelek kolan û rê li gor girnîgiya wan û ziyana li kolanan, dê werin ziftkirin û sererastkirin.

Endezyar Ednan El-Kelet her wiha diyar kir ku 3 hezar metreyên çargoşe ji bo rêyan bi giştî û 50 metreyên çargoşe ji bo sererastkirin û pînekirina kolanan hatine peydakirin.

Ednan El-Kelet da xuyakirin ku kolan li gor girîngiya wan û miqdara berdest û pêdiviya wan bi ziftkirinê tên hilbijartin û wiha domand: “Gelek pirs ji me hatin kirin ku çima me kolana Mensûr a sereke û girîng zift nekiriye, lê ya rastî divê xetên kanalîzasyonê bi temamî were guhertin û ragar werin bicihkirin, ew jî di nav plansaziya şaredariyê di dema bê de ye.”

El-Kelet axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev proje dê 80 rojî dewam bike, ev rêjeya ziftkirinê pir sade û hindik e, lê em li gor derfetên xwe yên heyî dixebitin.”

 (mh)

ANHA