Li Mamreşoyê çalakiya gerîla:  3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin

Hate ragihandin ku gerîlayên li herêma Mamreşo ya Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di çalakiyê de 3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin.

Li Mamreşoyê çalakiya gerîla:  3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin
27 tîrmeh, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku agahî ji çavkaniyên gerîla bidestxistin ragihand, 25’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê çalakî hat lidarxistin.

Hat zanîn ku di çalakiyê de 3 leşker, 4 kontra; bi tevahî 7 dagirker û hevkar hatine cezakirin.

Hat diyarkirin ku gerîlayan, dest daniye ser gelek çek û alav û amûrên leşkerî.