Bin Selman serdana Yewnanistan û Fransa dike

Mîrzayê Erebistana Siûdî îro sedana Yewnanistanê kir, ji sala 2018'an ev cara yekem e ku serdana dewleteke endama YE`yê dike. Ev serdan di çarçoveya guhartin û rewşên herêmî û navneteweyî ya herî dawî de û rewşa Ukrayna û aloziya enerjiyê, pêk hat.

Bin Selman serdana Yewnanistan û Fransa dike
26 tîrmeh, 2022   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Almanya, mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman îro gihaşt Athina. Tê payîn ku hevkariya leşkerî û dosyayê enerjiyê bibe rojeva serdanê. Her wiha Bin Selman paşê dê serdana Paris bike û 2 rojan lê bimîne.

Bernameya serdanê nîşan dide ku îro Bin Selman û serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis dê li navenda Serokatiya Meclisa Wezîran a li qesra Meksîm bicivin û dan û standin berferh bikin. Paşê gelek peyman di navbera her du welatan de dê were îmzekirin.

Çavkaniyên dîplomatîk di baylozxanye Fransa ya Riyad de ji ajansa nûçeyan a Almanya re ragihand ku rageşiyên herêmî û navneteweyî, hewldanên ji bo wê û astengiyên hevpar, parastina aramî û istîqrara herêmê û têkoşîna li hember terorê ji mijarên bingehîn ên dan û standinên Bin Selman û Emmanuel Macron yên hevdîtina qesra Elyess ne. Her wiha balkişand ser ku serdana Bin Selman li ser vexwendina serokê Fransî ye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku her du alî dê gelek dosyayên girîng û bingehîn weke şerê Rûsya û Ukrayna, aloziya enerjiyê, dosyaya nukleer a Îranê û rewşa li Yemenê nîqaş bikin

(dm)