Kongra Star nameyek radestî nûnera karê derve ya Amerîkayê kir

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dehan jin û endamên Kongra Star li pêşiya Navenda Koalîsyona Navneteweyî ya Hesekê daxuyaniyek da û bêdengiya wê ya li hember sûcên li ser her 3 fermandarên YPJ`ê, şermezar kir.

Kongra Star nameyek radestî nûnera karê derve ya Amerîkayê kir
25 tîrmeh, 2022   13:30
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî bi balafirên bêmirov ên biçek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc, herî dawî jî 22`ê vê mehê li ser rêya Qamişlo 3 fermandarên YPJ`ê; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd xistin.

Têkildarî mijarê bi dehan jin û endamên Kongra Star, sazî û navendên sivîl û leşkerî yên li Hesekê li pêşiya Navenda Koalîsyona Navneteweyî daxuyaniyek da.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Lîlav Hisên daxuyanî xwend û tê de ev tişt hate destnîşankirin: "Êrişên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê, isbata têkçûna siyaseta wê yên hovane ne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Her 3 şervanên jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Qamişlo hatin şehîd xistin ku li kêleka Koalîsyona Navneteweyî û li şûna cîhanê li dijî terora DAIŞ`ê şer kirin û fermandar û endamên YAT`ê bûn."

Di daxuyaniyê de bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantor a li hember sûcên dewleta Tirk û şehîdxistina her 3 hevalan, hat şermezarkirin.

Bi navê însiyatîfa jinan a hemû saziyan, tevger û rêxistinên jinan û sivîl Koordînasyona Kongra Star bang li hemû aliyên peywendîdar ên ku îdiaya şerê li dijî terorê dikin; civata navneteweyî, saziyên navneteweyî û hiquqî, mafên mirovan û Koalîsyona Navneteweyî kir û got: "Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê bi erkê xwe rabin û hesab jê bixwazin, her wiha qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên ku ewlehiya herêmê dike armanc, bigirin."

Paşê şandeyeke Koodînasyona Kongra Star bi rayedarên Koalîsyona Navneteweyî re civiya û nameyeke şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê radestî wan kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî got, piştî çalakiyê şandeyeke Kongra Star derbasî Navenda Koalîsyona Navneteweyî bû û bi nûnera karê derve ya Amerîkayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê Maria Davydenko re civiya û name radestî Koalîsyonê kir. Li gorî Welîde Botî di vê nameyê de hatiye gotin ku divê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê werin rawestandin û koalîsyon bi erkê xwe rabin.

Welîda Botî bi bîr xist ku nûnera Amerîka jî soz daye ku banga jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihîne aliyên peywendîdar û siyaseta dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê ragihîne wan ku armanc dike şêniyan bitirsîne û koçber bike.

(eh)

ANHA