Dagirker gundewarê bakur û başûrê Zirganê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên bakur û başûrê navçeya Zirganê kantona Hesekê bi dijwarî topbaran dike.

Dagirker gundewarê bakur û başûrê Zirganê topbaran dikin
25 tîrmeh, 2022   05:04
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên serê sibehê ve gundên Esediyê, Xidrawî, Til Hirmel ên li bakurê navçeyê, her wiha gundên Til Werd û Xirbet Şiîr yên li başûrê navçeyê bi çekên giran topbaran dike.

Di encama topbaranê de zirarên madî çêbûne, lê belê agahiyên li ser zirarên canî bi dest neketin.

(cx)

ANHA