Hevserokê Navenda Kehrebeyê: Dagirker bi zanebûn stasyonên kehrebeyê dike hedef

Hevserokê Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyonên kehrebeyê bi zanebûn dike hedef da ku şêniyan bidin koçberkirin. Her wiha bang li aliyên têkildar û rêxistinên navneteweyî kir ku dawî li sûcên Tirkiyê bînin.

Hevserokê Navenda Kehrebeyê: Dagirker bi zanebûn stasyonên kehrebeyê dike hedef
23 tîrmeh, 2022   13:10
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Vê sibehê gundên Um El-Kêf ê rojavayê navenda navçeya Til Temirê û gundê Dirdara yê bakurê navçeyê bi dijwarî dan ber topan. Di van êrişan de stasyon û xetên kehrebeyê hatin hedefkirin û di encamê de karebe li ser navçeyê qut bû.

Ji sala 2019'an ve hêzên dagirker ev 30 car in stasyonên kehrebeyê yên navçeyê dikin hedef.

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê Fehed Semêla ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker vê sibehê saet derdorî 9'an, gundên Um El-Kêf ê dikeve rojavayê navenda navçeyê topbaran kir. Piştî çend deqeyan rasterast xeta 66 K.F a kehrebeyê dide stasyona Til Temirê jî kir hedef. Di encamê de ji xizmetê derketin.

Simêla da zanîn ku got: "Her kes dizane ku heger topbaran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gundên Til Temirê werin kirin, xetên kehrebeyê dibin hedef û stasyona kehrebeyê ji xizmetê derdikeve."

Fehed Simêla diyar kir ku dagirker bi zanebûn torên kehrebeyê, navendên aktîv û yên giştî dikin hedef da ku şêniyên resen ji herêmê koçber bikin û wiha domand: "Ji dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gihiştine nêzê navçeyê ve an ku piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û heta niha bûn sedema qutkirina kehrebe ji zêdetirî 20 caran."

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê Fehed Semêla di dawiya axaftina xwe de bang  li rêxistinên mirovî û dewletên aktîv kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî gelên herêmê rabin û dawî li sûcên dewleta Tirk werînin.

Tê payîn ku dê Navenda Kehrebeyê werşeyên sererastkirinê bişîne da ku dest bi xebatên sererastkirina ziyanan bikin.

ANHA