Di komkujiya Perexê de 2 zarok, 3 jin û 4 zilam jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatine girtin, hejmara geştiyarên di encama topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 9 kesan ku di navê de 2 zarok û 3 jin hene.

Di komkujiya Perexê de 2 zarok, 3 jin û 4 zilam jiyana xwe ji dest dan
20 tîrmeh, 2022   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker îro herêma geştiyariyê ya Zaxo’yê gundê Perex ji topxaneyên xwe yên li herêmê topbaran kir. Di encama hedefgirtina geştiyarên Ereb de ku ji naverast û Başûrê Iraqê serdana herêmê kiribûn komkujiyeke mezin pêk hat.

Li gorî agahiyên herî dawî yên ji herêmê bidest ketine hejmara geştiyarên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 9 kesan. Li gorî agahiyên, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 2 zarok û 3 jin hene. Hate gotin hejmara birîndaran jî di derdora 23 kesan de ye û di nava birîndaran de jin û zarok jî hene. Hate gotin, rewşa hinek birîndaran jî giran e. Birîndar li nexweşxaneyên Dihok û Zaxo’yê tên dermankirin.

Piştî komkujiyê nerazîbûn û bangên girîng ji hikumetê û parlementerên Iraqê hatin. Li gorî daxuyaniya Kazimî wê şandeyeke bilind a lêkolînê serdana cihê komkujiyê bike.

Her wiha çalakvanên iraqî jî daxwaza prostestokirina dewleta Tirk û derkirina konsolê Tirk dikin. Dibe nerazîbûn her biçin zêdetir bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava du mehên dawiyê de artêşa Tirk 5 zarok li Şengal, Bamernê û Perexê qetil kiriye.