Li Bexdayê banga protestokirina komkujiyên dewleta Tirk tê kirin

Çalakvanê Iraqî Dîrham Macid bang li welatiyên Iraqê kir ku îşev li dijî komkujiyên dewleta Tirk dakevin kolanan û daxwaza derkirina konsolê Tirk ji Bexdayê bikin.

Li Bexdayê banga protestokirina komkujiyên dewleta Tirk tê kirin
20 tîrmeh, 2022   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nerazîbûn zêde dibin. Herî dawî 9 geştiyarên Ereb di encama topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane û 22 geştiyar jî birîndar bûne. Rewşa gelek birîndarên li nexweşxaneyên Zaxo û Dihokê tên dermankirin jî giran e.

Çalakvanê iraqî Dîrham Macid li dijî bêdengiya desthilata Iraqê ya li beramber komkujiyên dewleta Tirk banga daketina kolanan li welatiyên Iraqê kir.

Çalakvan Macid ji şêniyên Bexdayê xwest îşev saet di 22:00’an de dakevin kolanan û komkujiyên dewleta Tirk protesto bikin.

Di bangawaziya çalakvan Macid de wiha tê gotin: “îro me hinek pêngavên din jî eşkere kir. Me got, eger li dijî bombebaranên Tirkiye û qutkirina avê gav neyên avêtin, em ê 25’ê Tîrmehê li dijî dagirkeriya Tirk heta konsolosxaneya Tirkiye bimeşin û daxwaza dersînorkirina konsolê Tirk bikin.”