Hikumeta Iraqê têkildarî Komkujiya Zaxoyê daxuyanî da

Hikumeta Iraqê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê şermezar kir û got, wê di asta dîplomasî de bersiva pêwîst were dayîn.

Hikumeta Iraqê têkildarî Komkujiya Zaxoyê daxuyanî da
20 tîrmeh, 2022   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku bombebaran temsîla binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya Iraqê dike. Her wiha hat gotin: “Ev gefeke eşkere ye li ser ewlehiya sivîlan ku di encama vê êrişê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Vê êrişê ewlehî û aramiya gelê Iraqê hedef girtiye. Ev binpêkirina peyman û yasayên navneteweyî ye. Em ê di vê derbarê de helwesta xwe ragihînin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser asta herî bilind a dîplomasiyê wê bersiva Tirkiyê were dayîn. Destpêkê wê serî li Encûmena Asayîşê were dayîn, her wiha wê hemû tedbîrên ku biryar li ser hatine dayîn werin girtin.”