Parlementerêekî Iraqê: Divê parlamenter demildest li hev kom bibin

Parlementerê Çarçoveya Hemahengî Tûrkî El-Etabî ji ber komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê pêk aniye, banga kombûna lezgîn li Parlementoya Iraqê kir.

Parlementerêekî Iraqê: Divê parlamenter demildest li hev kom bibin
20 tîrmeh, 2022   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro artêşa Tirk herêmeke geştiyariyê ya Zaxo’yê ku dikeve gundê Perexê topbaran kir. Di encama topbaranê de herî kêm 8 geştiyar jiyana xwe ji dest dan û derdora 20 kes jî birîndarbûn. Tê gotin di nava qurbaniyan de hejmareke zêde jin û zarok jî hene.

Piştî komkujiyê nerazîbûnên tund ji Iraqê li dijî hebûna Tirkiye ya di nava Iraq û Başûrê Kurdistanê de hatin.

Li ser komkujiya dewleta Tirk parlementerê Çarçoveya Hemahengî Tûrkî El-Etabî ji medyaya Iraqê re axivî.

El-Etabî ji bo rawestandina êrişên Tirkiye got: “Ji bo komkujiya Zaxo gotûbêj bikin û ji bo qetilkirina ew mirovên bêguneh yên li Herêma Kurdistanê di encama bombebaranên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest didin, bi dawî bikin, divê parlemento demildest kom bibe”.

Her wiha parlementera Nifşê Nû ya Iraqê Sirwe Ebdulwehîd jî xwest hikumetên Bexda û Hewlêrê ji ber pêşî li komkujiyên dewleta Tirk nagirin, werin darizandin.