Edhem Barzanî: Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin

Siyasetmedar Edhem Barzanî, komkujiya li Zaxo şermezar kir û got: “Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin. Guh bidin dengê bi hêrs ê gelê Başûrê Kurdistanê.”

Edhem Barzanî: Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin
20 tîrmeh, 2022   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker bi topan êrişî gundê Perex ê girêdayî bajarokê Derkar a navçeya Zaxo ya Dihokê kir. Hat zanîn ku li herêma navborî geştiyarên Ereb hedef hatin girtin. Li gorî agahiyên destpêkê; di encama êrişê de heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 17 kes jî birîndar bûn. Di dîmenên piştî topbaranê de tê dîtin ku di nava kesên hatine qetilkirin û birîndarkirin de zarok û jin jî hene.

Siyadetmedar Edhem Barzanî der barê komkujiyê de daxuyaniyek da û wiha got: “Ez bi tundî Komkujiya Zaxo şermezar dikim. Ji malbatên welatiyên ku di komkujiyê de şehîd bûne re sersaxiyê û ji bîrîndaran re şîfayê dixwazim.

Berzanî wiha domand: “Ez topbarana dewleta Tirk li Zaxoya şoreşger bi tundî şermezar dikim. Ji xaka pîroz a şehîdan derbikevin. Guh bidin dengê bi hêrs ê gelê Başûrê Kurdistanê.”