​​​​​​​Mezlûm Ebdî, Michael Corella pêşwazî kir

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, generalê CENTCOM’ê Michael Corella û şandeya pê re pêşwazî kir û li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li gel gefên dewleta Tirk, nîqaş kirin.

​​​​​​​Mezlûm Ebdî, Michael Corella pêşwazî kir
20 tîrmeh, 2022   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ferrmandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û generalê CENTCOM’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaryê (DYA) Michael Corella di civînê de li ser operasyonên leşkerî û hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Li gorî malperê, her du aliyan li ser xetereyên zêde ku kampa Holê û girtîgehên tê de çeteyên DAIŞ’ê hene, nîqaş kirin, her wiha pêwîstiya zêdekirina kedên navneteweyî û herêmê ji bo çareserkirina vê dosyayê û kêmkirin xetereya wê hate nîqaşkirin.

Fermandar Mezlûm Ebdî di civînê de metirsiyên ewlehî yên gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê çêdikin, bi taybet li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û girtîgehan anîn ser ziman.

Her wiha malperê da zanîn ku general Michael Corella eşkere kiriye ku saziyên leşkerî yên Amerîkayê li dijî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a li er herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

(fr)