HPC: Em ê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin

HPC’ê şaxê Helebê da zanîn ku ew li hember her êrişeke li ser herêmê destgirêdayî nemînin û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin ku herêmên dagirkirî kirine navendên terorê.

HPC: Em ê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin
20 tîrmeh, 2022   12:15
HELEB

Di çarçoveya amadekariyên sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga bilindkirina asta berxwedanê ya ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî de, Hêzên Parastina Civakî (HPC) şaxê Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla fermandarên HPC’ê Fehmî Hemdî û Ofe Qasim ve li pêş navenda HPC’ê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan endaman hate xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bilindkirina gefan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Rêveberiya Xweser û hedefgirtina rojane yên pêşengên gel û fermandarên leşkerî bi rêya balafirên bêmirovî hate kirin.

HPC’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku da ku pêşî li sûcên artêşa Tirk a dagirker bigirin, divê têkoşîn û berxwedan werin bilindkirin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hate kirin ku gavên cidî biavêje û bi erkên xwe yên exlaqî rabe ku sînorekê ji Erdogan re deyne ku êdî herêmên dagirkirî li pêş çavên tevahî cîhanê kirine stargehên ewle ji serçeteyên DAIŞ’ê re.

HPC’ê di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ger herêm rastî êrişeke nû hat ew ê li hemberî wê bisekinin, destgirêdayî namînin û dê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin û di vî şerî de bi ser kevin.

(fr)

ANHA