Parlamentoya Srî Lankayê serokwezîr wek serokê dewletê hilbijart

Parlamentoya Srî Lankayê ji bo serokatiya welat dengê xwe da serokwezîr Ranil Wickremesinghe.

Parlamentoya Srî Lankayê serokwezîr wek serokê dewletê hilbijart
20 tîrmeh, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku serok Gotabaya Rajapaksa reviya derveyî Srî Lankayê, Wickremesinghe li şûna wî hate erkdarkirin. Ev yek piştî banga bi hezaran xwepêşandêran ku her du îstifa bikin, pêk hat.

Li gorî encamên fermî, Wickremesinghe ku 6 caran erka serokwezîrtiyê wergirtiye, di hilbjiartina li parlamantoyê de 134 deng bi dest xistine.

Hevrikê wî, wezîrê perwerdê yê berê Dolas Alhapiroma 82 deng wergirtin, namzetê sêyemîn ê rastgir Anura Desanaimeh jî tenê 3 deng wergirtin.

(fr)