​​​​​​​CPJ'ê xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî da Niyaz Abdullah

CPJ'ê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî ya sala 2022’an da rojnamevana jin a Kurd Niyaz Abdullah.

​​​​​​​CPJ'ê xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî da Niyaz Abdullah
14 tîrmeh, 2022   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevana jin Niyaz Abdullah rojnamevaneke jin a serbixwe Kurd e kar dike.

Niyaz Abdullah li Başûrê Kurdistanê li ser siyaset, nearamiya siyasî, diziya hikûmet û mafê mirov û kêmenetewan kar dike.

Rojnamevan Niyaz Abdullah ji ber nûçeyên xwe bû hedefa rêveberên hikûmetê yên PDK’î. Di vê çarçoveyê de ji ber ku Niyaz Abdullah rexne li Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û zextên hikûmetê ya li ser raderbirîna azad ji aliyên hêzên girêdayî van ve zext lê hatiye kirin û dîsa ji aliyê dadgehê ve derbarê wê doz hatiye vekirin. Niyaz Abdullah hatiye binçavkirin û tundî li ser hatiye kirin.

Rojnamevan Niyaz Abdullah li ser van tehdîdan sala 2021’ê neçar ma koç bike û berê xwe dide Fransa.

Ji ber cesaret û xebatê CPJ Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî ya sala 2022’an da rojnaemvana jin a Kurd Niyaz Abdullah.