Têkildarî Sûriyê wê Pûtîn û Erdogan li Tehranê bicivin

Di hefteya bê de wê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tehranê bicivin û wê di civînê de dosyaya Sûriyê, her wiha danûstandinên dualî yên Rûsya-Tirkiyê jî werin nîqaşkirin.

Têkildarî Sûriyê wê Pûtîn û Erdogan li Tehranê bicivin
12 tîrmeh, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê berdevkê Kremlin Dmitry Peskov ji rojnamegeran re got: "Amadekarî tê kirin ku serok Pûtîn di 19’ê Tîrmehê de serdana Tehranê bike." Peskov da zanîn ku wê hemşpîşeyên xwe yên tirkî û îranî re bicive û dosyaya Sûriyê nîqaş bikin.

Rûsya, Tirkiyê û Îran ji gelek salan ve têkildarî rewşa Sûriyê di çarçoveya "Astanayê" de danûstandinan dikin.

Ji dema Rûsya hêzên xwe şandiyê Ukrayna ve û piştî serdana ji Tacîkistanê re di dawiya Hezîranê de ev duyemîn serdana Pûtîn ji derve re ye.

Kremlin diyar kir ku dê Pûtîn ji bilî civîna sêalî, bi Erdogan re jî li Tehranê danûstandin bike.

Erdogan ji çend mehan ve hewl dide bi Pûtîn re bicive.

(fr)