Di bombebarana Rûsya ya li Donetsk de nêzî 15 sivîl mirin

Hate ragihandin ku di bombebarana Rûsya ya li ser avahiyeke 5 qat a li herêma Donetsk a Ukraynayê de bi kêmanî 15 kesan jiyana xwe ji dest da û dibe ku zêdetirî 20 kesên din asê mane.

Di bombebarana Rûsya ya li Donetsk de nêzî 15 sivîl mirin
10 tîrmeh, 2022   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Donetskê Pavlo Kirilenko got ku avahiya ku hat bombekirin li bajarokê Chasiv Yar e. Lê servîsa rewşa awarte ya herêmî roja Yekşemê piştî nîvro hejmara miriyan 15 ragihand û got ku dibe ku hîna 24 kesên din di bin xirbeyan de bin.

Li aliyê din, Ukrayna piştrast kir ku hêzên rûsî êrişî cihên nêzîkî bajarokê Slovyansk ê li Donetskê kirin û ji aliyê xwe ve bi mûşekên ''Kruz'' êrişî bajarê Xarkovê yê bakurê rojhilatê welatî kirin.

Waliyê herêma Luganskê Serhiy Gaidai got ku hêzên Rûsyayê li gundê Pluhorivka yê 50 kîlometran li rojhilatê Slovianskê kom dibin û herêmên niştecihbûnê yên derdorê bombebaran kirin, lê nekarin bi lez tevahiya herêmê kontrol bikin.

Li başûr, fermandariya artêşa Ukraynayê got ku wan fuze û top avêtin cihên Rûsya, di nav de depoyên cebilxane yên li herêma Toçernobyavka.

Her wiha Ukrayna ragihand ku li eniyên şer li rojhilat û başûr şer û pevçûn bi hêzên rûsî re qewimîn, di heman demê de Moskova got ku hêzên wê depoyên artêşa Ukraynayê ku obusên M777 ên Amerîkî tê de bûn, li nêzîkî Kostyantinivka li herêma Donetsk bombebaran kirin.