Desthilata Tirkiyê ciwanekî Kurd bi awayekî hovane destgîr kir

Tê îdiaakirin ku ji ber ku nivîsên dijberî dagirkeriyê û wêneyên gerîlayan li ser malperên medya dijîtal parve kirin, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi awayekî hovane bi ser mala malbateke Kurd li Stenbolê de girt û kurê malbatê destgîr kir.

Desthilata Tirkiyê ciwanekî Kurd bi awayekî hovane destgîr kir
6 tîrmeh, 2022   09:22
KOBANÊ

Di dîmenên ku kanaleke tirkî weşandiye de, diyar dibe ku duh bi dehan endamên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê digirin ser mala malbateke Kurd a ji Kobanê

Di serdegirtinê de yekane kurê malbatê, Ebdullah Bozan (21) ji ber polîsan direve, lê hêzên ewlekariyê didin dû wî û wî destgîr dikin.

Tê îdiaakirin ku Bozan ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyên gerîla, wêneyên berxwedana Hesekê û şehîdên Kobanê, her wiha gotarên ku tê de dibêje Tirkiyê bûye mezintirîn girtîgehên li li cîhanê belav kiriye, hat destgîrkirin.

Tê îdiaakirin ku Bozan li ser hesabê xwe nivîseke wiha parve kiriye: “Eger ji sedî 25 ji çekên ji Ukraynayê re diçin ji me re bihatana, dê me Kurdistan rizgar kiriba û bikire goristana dagirkeran.”

Hikumeta Tirkiyê di salên borî de li ser paşxaneya bûyerên dişibin vê bûyerê û tawanên bêbingeh wekî guhdarîkirina muzîka kurdî, lixwekirina cilên kurdî yan jî ji ber nivîsan li ser medya dijîtal ku mafên sereke yên gelê Kurd in, bi hezaran welatiyên Kurd destgîr kirin.

(fr)

ANHA