QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD’ê daxuyand ku şervanê wan Rênas Oramarî di encama nexweşiyê de 2’yê Tîrmehê şehîd bûye. QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd, şervan û gel re xwest.

QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
4 tîrmeh, 2022   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev hate gotin:

"Fedakariyên ku şervanên me di oxira parastina gelên herêmê, parastina ewlehî û îstîqrarê li hember hêzên terorîst û dagirkeriyê didin de mezin dibe. Şervanên teqez dikin ku ew ê bi hemû şêwe têkoşînê bidomînin û parastina nirxên berxwedanê ku şehîdên me di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kiriye, bikin.

Hevrêyê me birînpêç Rênas Oramarî ku bi xurtî tev li şerên têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û bersivdana êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya xebata xwe li nava tîmên tibî yên ambulancê bû, li hember xetereya şeran dudilî nebû. Bi tîma xwe ya tibî re di dema şer de lez dida ku birîndaran rake, veguhêze nuqteyên tibî û nexweşxaneyan.

Hevrêyê me di dan û standina bi şervanên birîndar re bi rêya exlaq, mirovbûn û şoreşgertiya xwe karekî lehengane dikir. Di fedekariya xebat û rihê xwe yê hevaltiyê de kete dilên hemû şervanan.

Hevrêyê me Rênas Oramarî di encama azarên bi nexweşiyê re şehîd bû. Em hevrêyên wî ne, di demekê de ku sersaxiya malbata hevrêyê şehîd, şervan û gelê xwe dixwazin, soza xwe ya şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Rênas Oramarî

Nav û paşnav: Ebdurezaq Kamirî

Dîroka jidayikbûnê: 1968

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 02.07.2022."

(fr)