Malbatên şehîdan bang li Swêd û Fînladiyayê kir: Çokê ji dewleta Tirk re daneynin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bang li Swêd û Fînlandiyayê kir ku çokê ji dewleta Tirk a dagirker re daneynin, ku li dijî xeyalên azadiyê yên gelê Kurd e.

Malbatên şehîdan bang li Swêd û Fînladiyayê kir: Çokê ji dewleta Tirk re daneynin
3 tîrmeh, 2022   12:11
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Hezîrana borî de li dijî Kurdan û tevgera wê ya rizgariyê li paytexta Spaniya Madrîdê bi Fînlandiya û Swêdê re peymanek îmze kir. Vê yekê di nava Kurdistanê de hêrs û nerazîbûnek mezin çêkir û di nava aliyên demokrat ên Ewropayê de jî mixanbiyek ava kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê têkildarî vê yekê îro li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê daxuyaniyek da û tê de bang li Swêd û Fînlandiyayê kir ku çokê ji dewleta Tirk a dagirker re daneynin.

Hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Ronahî Heco bi zimanê kurdî daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Dewletên Fînlandiya û Swêd demokrat in, divê nekevin bin bandora dewleta Tirk a dagirker. Em bi wan bawer in ku wê bi gelê Kurd û mirovahiyê re bin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd ku bi salane tê dikoşe, bê navber êrişên bejahî û hewayî pêk tîne, da ku vîna wî bişikîne û wî qir bike.

Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Rûsya dixwaze li herêmê senaryoya Efrînê dubare bibe. Ji ber ku Rûsya berê soz dabû gelê Efrînê, lê dûre Efrîn radestî dagirkeriya Tirk kir.

Meclisê bang li NATO, civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku der barê gelê herêmê de li dijî dagirkeriya Tirk, bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku bi ruhê nîştimanî tevbigere û asta têkoşînê bi ruhê şerê gel ê şoreşger bilind bike, layiqî mîrasa şehîdan be û destkeftiyên wan biparêze.

(fr)

ANHA