Partî û hêzên siyasî ji bo girtina qada hewayî ya herêmê nameyek radestî NY`yê kir

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro nameyek radestî navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo ki. Tê de bang kir ku li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, qedexeya hewayî li herêmê ferz bikin.

Partî û hêzên siyasî ji bo girtina qada hewayî ya herêmê nameyek radestî NY`yê kir
3 tîrmeh, 2022   11:31
QAMIŞLO

Piştî civîna NATO`yê ya li paytexta Spanya Madrîdê hat lidarxistin, serokkomarê Tirk Erdogan gefên nû li dijî herêmê xwarin. Li ser vê yekê îro 33 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek radestî Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo kir. Di nameyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd bi beşdariya nûnerên partiyan û hêzên siyasî, daxuyaniya ku xîtabî Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres dike, xwend.

Navaroka nameyê wiha ye:

“Wekî nûnerên partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li hember gefên dewleta Tirk ên êrişeke nû li dijî herêmên me bi fikar in, ku li van herêman gel û olên cuda bi hev re bi awayekî birêxistinkirî di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn.

Em van gefan şermezar dikin û wekî binpêkirina serdestiya nîştimanî û destdirêjiya li yekitî û ewlehiya xaka Sûriyê dibînin. Her wiha wekî binpêkirina hemû lihevkirinên têkildarî agirbestê yên bi sponseriya navneteweyî di Cotmeha 2019`an de pêk hatine, dihesibînin. Em ji bandorên dijminahiyeke muhtemel a dewleta Tirk li ser îstiqrar û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên xwecih de, her wiha li ser binesaziya mirovî û xeteriya qirkirin û tunekirina gelan û çandên li herêmê, hişyarî didin.

Em bawer in ku karekî leşkerî yê nû li herêmê, dê helwestên navneteweyî têkildarî Sûriyê bigirêktir û zehemttir bike, her wiha dê rola civaka navneteweyî ya têkildarî çareserkirina rewşa Sûriyê qels bike, nexasim ku Tirkiye endamekî NATO û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ye.

Çi operasyoneke leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve dê sûdê bide rêxistinên terorîst û di serî de DAIŞ`ê, ku dê tevgera wê ya xirabkar zêdetir bibe. Ev yek dê badnorê li aştî û ewlehiya navneteweyî bike, nexasim ku li herêmên me mezintirîn navendên ragirtina terorîstan li cîhanê ye.

Wekî partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhialtê Sûriyê em bi rêya we bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku helwesteke tund li djiî gefên Tirkiyê bigirin, ku girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafiran misoger bike, da ku sivîl ji êrişên hewayî yên domdar ên dewleta Tirk bên parastin. Her wiha em bang dikin ku li ser binpêkirinên domdar ên li dijî şêniyan hesab ji Tirkiyê bê xwestin. Diyar e ku hikumeta Enqereyê ji bo ewlehiya sivîlan ji nedîtî ve tê û guh nade qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên microvan. Lawazbûna helwestên li dijî feraseta wê ya dijminane hêzê dide wê.

Em bang li we dikin ku rola sponsor û misoger bilîzin da ku hemû dozen bi nankok yên di navbera me û Tirkiyê de bi rêya diyalogê û rêbazên aştiyane û dûrî şeran çareser bikin. Em ji daxwaza we ya bidawîkirina azarên gelê me û dûrxistina wê ji xeteriyan, piştrast in.”

Piştî name hate xwendin, endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî -Tevgera Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd banga bilindkirina têkoşîn kir û girtina helwesteke tund ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê ki. Her wiha bang li şêniyan kir ku tev li hemleya haştagê ya ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bibin.

Di dawiyê de, bedevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, cîgira sekreterê Partiya Yekitiya Nîştimanî Azad-Rojava Hûda Şêxmûs û endamê rêveber ê Partiya Muhafezekaran Hesen El-Haşimî û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd nameya partî û hêzên siyasî radestî navenda NY’yê ya li Qamişlo kir.

Part û hêzên siyasî di 28’ê Hezîrana borî de daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, tê de bang li civata navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê muhasebe bike û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafirên Tirkiyê bigire.

ANHA