Li Îranê erd hejiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Berbanga îro, li herêma Hurmuzganê  ya başûrê Îran bi pileya 6.1 û 6.3 erd hejiya. Di encamê de 5 kes mirin û 19 jî birîndar bûn.

Li Îranê erd hejiya: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
2 tîrmeh, 2022   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê eyaleta Hurmuzganê ya başûrê Îranê Mehdî Dostî diyar kir ku bi pileya 6.1 û 6.3 erd hejiya. Di encamê de li  gundên Bendera Xmeîr 5 kes mirine û 19 kes jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa Irna a Îranê, li gundê Saye Xostê ziyaneke mezin çêbûye ku piraniya mal hilweşiyan.

 (dm)