Nivîsgeha Jinan parka Kelasê ya li Hesekê sererast kir

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê ji sedî 80`ê parka li taxa Kelasê sererast kir û proje ber bi dawiya ve ye.

Nivîsgeha Jinan parka Kelasê ya li Hesekê sererast kir
1 tîrmeh, 2022   09:33
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo sererastkirina parka Kelasê ya li Hesekê, jinûve rêxistinkirin û çandina daran li hundirî wê ku bibe cihekî bêhnvedanê ji şêniyan re daxwazên xwe ji şaredariya gel a bajêr re rêkirin.

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel erka sererastkirina parkê girt ser xwe û proje Îlona 2021`ê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya Kantona Hesekê kir, komîteyê jî pêşniyara wan radestî Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Qamişlo kir.

Beriya niha ev park bûbû cihê avêtina çopê û li ser vê yekê welatiyan banga paqijkirina wê kir, da ku bibe cihê bêhnvedanê.

Nivîsgeha Jinan bi hevkariya Daîreya Pîşesaziyê ya Şaredariyê piştî komîtê û desteyê nîqaşa pêşniyar û projeyê kirin, Cotmeha 2021`ê ev proje li ser qonaxan pêk anîn. Li gorî endama rêveber a Nivîsgeha Jinan Reşa Remo di qonaxa yekemîn de çop avêtin, erd rast kirin, sûr bi rûbera 350 metre kab ava kirin û peyarê li hundir û derve çêkirin.

Reşa Remo diyar kir ku beriya niha dest bi qonaxa duyem kirin û wiha got: "Me kehrebeya parkê çêkir û kevirê peyarê li hundir û derve danî, bi dehan cureyên daran çandin. Ev qonax ji ber rewşa ewlehiyê ya bajarê Hesekê dereng ma."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan Reşa Remo daxuyand ku beriya niha ji sedî 80`ê park hate sererstkirin û proje ber bi dawiyê ve ye.

Têkildarî projeyên Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê yên 2021-2022`an Reşa Remo got, 2021`ê nivîsgehê parka li taxa Mişêrfê sererast kir û ew ê îsal jî hin projeyên din pêk bînin. Ji wan sererastkirina parka li taxa Miftî ya nêzî Çerxerêya Şehîd Serhad, projeya navenda pêşxistin û geşkirina karînên jinan li taxa Miftî û sererastkirina projeya durûtinê ya bajarokê Sifeya.

Reşa Remo da zanîn ku ew ê di van rojan de nav li parkê bikin û vekin. Her wiha ew ê bi dehan kursî, mase û lîstokên zarokan lê deynin û hêvî kir ku welatî wan biparêzin.

(eh)

ANHA