Li Hesekê 67 şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Şêniyên Hesekê 67 şehîdên meha Hezîranê ku li deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn û soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û mîsogerkirina Sûriyeke ewle da.

Li Hesekê 67 şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn
30 hezîran, 2022   12:38
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro 67 şehîdên Hêzên Parastina Gel, YPJ, YPG û QSD`ê ku di vê mehê de li deverên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û ewlehiyê li Hola Reşo ya Hesekê tev li merasîma bibîranîna şehîdan bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm axivî û îşaret bi berdêlên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Îman Îbrahîm diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîn û israra xwe ya berdewamkirina xeta têkoşînê ji hêza şehîdên xwe digire, mînaka wê jî çalakiya şehîd Zîlan e ku sala 1996`an şehîd bû.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û îşaret bi rola fikir û felsefeya rêber Ocalan kir û got: "Bi saya vî fikrî pêkhateyên herêmê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kir û bûn xwedî îrade."

Selmo diyar kir ku ew ê hêzên wan ên leşkerî herêmê ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin û civakeke ewle mîsoger bikin.

Di dawiya merasîmê de bi sînevîzyonekê wêneyên 67 şehîdan hatin pêşandan.

(eh)

ANHA