41 rêxistinan ji bo herêmên dagirkirî nameyek bang kirin

41 rêxistinên hiqûqî, civakî û jinan ên Sûriyê û derve nameyeke hevbeş ji sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres re şand û bang li saziyê kir ku rê li pêşiya pêkanîna sûcên şer bigire ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêk tîne û wan herêman bixe bin parastina navneteweyî .

41 rêxistinan ji bo herêmên dagirkirî nameyek bang kirin
28 hezîran, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nameyê de ku kopiyeke wê gihaşt ber destê me, rêxistinan got: “Desteya NY`yê îro pêşberî ezmûneke rastîn e ku her demê bêtir, bawerbariya wê, armanc û sedemên ji ber hatiya avakirin, dixe xeteriyê. Nexasim piştî rêzebinkeftinên biguman ku nikare berpirsyarên xwe li hember alozî, şerên li cîhanê rû didin, pêk bîne. Herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînaka berçav e ku navaroka nameya me ji we re ye.”

Rêxistinan balkişand ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û gotin: “Dewleta Tirk sûcên hovane li dijî leşker û dîlên şer pêk tîne, rêbazên danûstandina bi wan re bin pê kir. Ji wê zêdetir, hemû bendên Qanûna Mirovî ya Navneteweyî, Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî û hevpeym û ragihandinên wan mafan bin pê kirin. Nexasim ên têkildarî parastina silamtiya sivîlan di şeran de, misogerkirina rêbazên jiyana bi rûmet û pêşkêşkirina xebatan ji wan re.”

SÛCÊN ŞER Û QIRKIRIN

Rêxistinan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi komên girêdayî wê re, li gorî Qanûna Mirovî ya Navneteweyî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û komkujî pêk anîne. Her wiha diyar kirin ku bend û navaroka lihevkirinên Lahay (1907-1899), lihevkirinên Cinev ên 4, bi taybet lihevkirina Cinevê ya 4`an a sala 1949`an, protokolên wê yê nsal 1977`an, pergala Roma ya bingeha Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya sala 1998`an bin pê dike.

Rêxistinan wiha domand: “Heke rewş wisa derbas bike, rê li pêşiya wê neyê girtin, dê encamên vê yekê trajedîk bin. Dê heta demeke diyar banorê bikin. Gefên dewleta Tirk ên di vê dawiyê de ku dixwaze operasyoneke din li dijî bakurê Sûriyê (Til Rifet û Minbic) di bin navê herêma ewle û vegera dildarî ya penaberên sûrî de dê di encamê de rewşa mirovî aloz bibe, careke din bi sed hezaran sûrî koçber bibin.”

DAXWAZ

Rêxistinan bang li NY`yê ku yekser berpirsyarî û erkên xwe bîne cih, tedbîran bigirin da ku rê li pêşiya sûcên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bên girtin. Li gorî binegehên li jêr kar bike:

Bang li Tirkiyê bike ji ber endameke saziya navneteweyî da ku rêzê ji peymanên wê re bigire û qanûnên wê pêk bînin. Ev yek bi rêya rawestandina yekser a sûcan, vekişîna ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê pêk tê.

Bang li Tirkiyê bike ku yekser hemû windahî û revandiyên li cem wê û komên Sûriyê yên girêdayî wê girtî, berde. Bûyerên windakirinê, îşkenceyê û hemû cureyên tundiya li dijî sivîlan pêk tîne rawestîne.

Bang li Tirkiyê bike ku li gorî peymanên NY`yê bi dîlgirtiyan û girtiyan re bide bistîne yên ku tev li şerên li dijî wê bûne. Nexasim madeyên lihevkirinên Cinevê yên têkildar.

Bang li Tirkiyê bike ku vegera aştiyane û ewle ya hemû sivîlên koçber û penaber a ji bo warên xwe dabîn bike, kiryarên şantajê û tirsandinê rawestîne, parastina û hemû rêbazên jiyana bi rûmet û xebatan ji şêniyan re pêşkêş bike ji ber ev yek li gorî hevpeymana Cinevê ya 4`an a sala 1949`an pabendên dewleta dagirker e.

Yekser xebatên bicihkirina malbatên Ereb li herêmên dagirkirî rawestin. Nexasim li Efîrn, Serêkaniyê û yekser ew ji herêmê derxin. Wan li herêmên din bi cih bike heta ku vedigerin warên xwe yên resen.

Bang li Tirkiyê bike ku dezgehên çapemeniyê, komîte û rêxistinên navneteweyî, xêrxwaziyê û hiqûqî û yên civaka sivîl derbasî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bibin. Pêdiviyên pêwîst û madeyên xêrxwaziyê derbasî wan herêman bikin. Parastinê ji aliyên pirspor û komîteyên lêgerîna rastiyan dabîn bike da ku sûcan belge bikin.

NY bi rêya sazî, şaxên xwe bi koordîneya û hevkariya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî hewl bide lêpirsînan li dijî sûcdaran veke û wan darizîne, sîfeta wan çi dibe bila bibe û yên zirar ji van kiryaran dîtine, dabîn bike.

Ya herî girîng Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bixin bin çavdêrî û parastina navneteweyî ji ber li wan herêman jînoside û komkujiyan tên bi taybet pêkhateya kurd û kurdên êzidî.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, Yekitiya Parêzerên Efrînê, Rêxistinên Civaka Sivîl li Şehbayê, Rêxistina Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî, Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Însiyatîfa Nîştimanî Ji Bo Efrînê, Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tora Efrîn Post, Komeleya Hevdestî ya Qurbaniyan, Platforma Genim û Zeytûn, Paltforma Efrînê, Platforma Serêkaniyê, Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li Washington, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Komeleya Efrînê ya Çandî, Hêzên Civaka Sivîl yên Kurdistanî Hevrêziya Rojavayî Kurdistan, Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF), Meclisa Tenduristî-Yekîneya Tîmên Awarte, Kombûna Hiqûqnas û Parêzerên Kurd, Komeleya Geşkirina Mirovî, Weşanxaneya Perwa, Komeleya Cegerxwîn a Çandî, Rêxistina Hêlîn a Zarokan, Rêxistina Rojkar a Alîkariyê, Kombûna Veterîneran,  Foruma Hunermendên Kurd, Komîteya Lihevanînê, Kombûna Oldaran, Komeleya Astengdaran, Komeleya Tîma Xebatê, Komeleya Lênêrîna Tenduristî, Navenda Lêkolînên Çandinî, Komeleya Koçberên Şehbayê, Komeleya Lênêrîna Zarokan a Qamişlo, Komeleya Meteryalan, Komeleya Akademîsyenên Kurd, Kombûna Rûspiyên Kurd, Kongra Star.

(şx)

ANHA