​​​​​​​Artêşa DYA'yê serçeteyekî Huras El-Dîn kuşt

Artêşa DYA’yê di êrişeke hewayî de serçeteyê Huras El-Dîn, Ebû Hamza El-Yemenî kuşt. Ev koma çeteyan nêzî El-Qaîdeyê ye û dewleta Tirk piştgiriya wê dike.

​​​​​​​Artêşa DYA'yê serçeteyekî Huras El-Dîn kuşt
28 hezîran, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da û da zanîn ku Ebû Hamza El-Yemenî di êrişeke hewayî de hatiye kuştin.

CENTCOM'ê diyar kir ku jiholêrakirina vî serçeteyî dê El-Qaîdeyê lawaz bike.

Rayedarekî ji CNN’ê re got rayedarên amerîkî di 'asta bilind' de xwedî agahiyan in ku di êrişa bi dronê de Ebû Hamza El-Yemenî hatiye kuştin.

Artêşa DYA’yê meha Hezîranê cara duyemîn e ku êrişeke bi vî rengî dike.

16'ê Hezîranê jî berpirsyarekî çeteyên DAIŞ'ê Hanî Ahmed El-Kurdî li herêma Helebê di êrişekê de hatibû kuştin.

DYA'yê 3'yê Sibatê li Atme ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi operasyonekê serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî jî kuştibû.