Zîlan Mazlûm: Em ê li hember êrişan bisekinin û dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin

Şervana YPJ'ê Zîlan Mazlûm destnîşan kir ku YPJ amade ye ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibe û deverên dagirkirî rizgar bike û got: "Em ê li hember van êrişan bisekinin, dijmin ji xaka xwe derxin û tola şehîdên Rojava hilînin."

Zîlan Mazlûm: Em ê li hember êrişan bisekinin û dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin
28 hezîran, 2022   05:58
NAVENDA NÛÇEYAN - ARAS MAHSÛM

Şoreşa jinan anku Şoreşa Rojava ku di 2012'an de bi rihê guhartin û avakirinê dest pê kir û ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş, hezkirin û rêzdariyê di nav xwe de keç û xortên herêmê vehewand ku bi fikrê rêber Abdullah Ocalan bawer in.

Ji bo parastina mirovahiyê ji komên çeteyan jî, jinan roleke çalak di civakê de lîst. Ji bo xwe û welatê xwe biparêze, di eniyên pêşîn de bû.

Têkildarî mijarê şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) Zîlan Mezlûm ji ajansa me re axivî û behsa siyasetên dagirkeriyê û planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker kir.

`HER ÇIQAS ŞERÊ TAYBET LI DIJÎ ME BÊ MEŞANDINA JÎ, DÊ NIKARIBIN ÎRADEYA ME TÊK BIBIN`

Zîlan Mazlûm wiha domand: "Em rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku senaryoya Efrîn û Serêkaniyê dubare bike, vê carê amadekarî û berxwedana me mezin in, em ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî jî şer bikin û dijmin jê derxin."

Zîlan Mazlûm teqez kir ku ew amade ne li ser bingeha parastina rewa êrişên dijmin têk bibin, ji ber dewleta Tirk bi rêya şerê taybet pîvanên şer diguhere û derewan derdixe, cîhanê şajntaj dike û dibêje dê bi hemû hêza xwe êriş bike.

Zîlan Mazlûm wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her çiqas teknolojiya pêşketî di destê dagirkeriya Tirk de hebe jî, lê nikare li hember vîna şervanên me li ber xwe bide. Wê negihêje armanca xwe. Ji ber vîna gel û vîna şervanan dê teqez bi xwe re serkeftinê pêk bîne. Berxwedana gerîla li çiyayên Zap û Avaşînê îsbata vê yekê ye. Ew bi hemû hêza xwe êriş dike, lê dest vala vedigere û tu serkeftinê bi dest naxe. Ruxmî hewl dide erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi dest bixe û tevî ku PDK`ê pê re ye, lê vîna gerîla û gelê Kurd li hember serkerftina wê bendeke asê ye."

Zîlan Mazlûm wiha domand: "Em ê li hember van êrişan bisekinin, dijmin ji xaka xwe derxin –û tola şehîdên şoreşê hilînin, ji ber ku îrade û morale me ji bo pêkanîna serkeftinê bêsînor in. Em dagirkiriyê li xaka xwe qebûl nakin û kiryarên li herêmên de şermezar dikin, ji ber ku ew dijminê mirovahiyê ye û cudahiyê naxe navbera Kurd û Ereban de. Ji ber wê jî em soz didin ku tola hemû gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermen, Çerkes û Êzidiyan hildin û dijminê dagirker ê Tirk têk bibin."

`HEVGIRTINA PÊKHATEYÊN ROJAVA DÊ DAWIYA PROJEYÊN DIJMINÊN MIROVAHIYÊ BÎNE`

Her wiha Zîlan destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên Rojava, dê projeya dijimên mirovahiyê têk bibe û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk, projeyek li dijî mirovahiyê ava dike û ji hevgirtina pêkhateyan ditirse. Ji ber baş dizane heke gelên herêmê bibin yek, dê bi bin keve û projeya wê mêtinger têk biçe. YPJ`ê nahêle dijmin, rola xwe ya nerast li ser axa me pêk bîne. Em ê li hember her êrişekê li dijî gelê me bisekinin. Tevlêbûna ciwanan di şoreşê de, ji bo parastina vê hefgirtîn û jiyana hevbeş gelek girîng e.”

`GELÊ ME DIZANE KU ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ RÊYA HERÎ GUNCAW A TÊKBIRINA DIJMIN E`

Zîlan Mazlûm destnan kir kui divê hemû kes berê xwe bidin şerê gel ê şoreşgerî û wiha berdewam kir: “Ji ber gelê li vir xwedî tecrubeyên bi nirx in û têrê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Vaye xwe ji bo şerekî mezin amade dike da ku xwe û welatê xwe ji timayên dagirkeran biparêze. Gel rastî hemû cureyên zilmê hatiye û niha jî ew dikare bertekeke tûnd li hember metirsiyên ku tên ser serê wî, nîşan bide. Vê carê nahêle êrişeke din pêk were. Şer bê astengî û zehmetî jî nabe lê berxwedana mezin a ku me li dijî Osmaniya nû daye meşandin û em ê bimeşînin, dê bikeve dîrokê, ji ber ku em xwedê hêz û bawerî ne ku em dikarin serkeftinê pêk bînin û terorê têk bibin.”

`PIŞTGIRIYA GEL JI ŞERVANAN RE HÊZ Û BAWERIYA SERKEFTINÊ DIDE WAN`

Zîlan Mazlûm wiha destnîşan kir: “Em şêniyên herêmê ne û baş dizanin çawa wê ji êrişan biparêzin; ji ber ku axa welêt pîroz e û eger ax tune be netewe jî tune dibe. Ji ber vê jî eger me axa xwe neparast wê demê em ê tune bibin û dîrok tu carî me li ser vê yekê efû nake. Gelê me li kêleka me ye û ev jî handaneke xurt e ji bo me, em hêz, bawerî û moralê xwe jê digirin. Em ê ala serkeftinê li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan hildin û dijmin têk bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Zîlan Mazlûm bang li gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li kêleka keç û xortên xwe yên di eniyên şer de laşê xwe kirine mertal ji bo parastina wan, bisekinin û teqezî bi wê yekê kir ku bi hevgirtinê dê dijmin tune bibe.

(mh)

ANHA