Penaberên sûrî di navbera tedbîrên hikumetê û vegera 'ne ewle' de

Kirinên nîjadperest ên li dijî penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê bênavber didomin. Desthilata Tirkiyê ragihand ku ew ê li dijî penaberên sûrî yên li wir û yên dixwazin di Cejna Qurbanê de serdana malabatên xwe li Sûriyê bikin, qeydan deyne. Di heman demê de rojane li dijî wan penaberan sûc tên kirin. Gelo armanc çi ne?

Penaberên sûrî di navbera tedbîrên hikumetê û vegera 'ne ewle' de
26 hezîran, 2022   03:15
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Ji destpêka sala 2020`an ve, rayedarên hikumeta Tirk û partiya hakim “AKP” behsa plana dersînorkirina milyonek “penaberên ji Sûriyê” bo “herêma ewle” ya li Sûriyê dikin, ku ji 13 bajarên Sûriyê yên dagirkirî pêk tê.

Hemwextî wê, rewşa qanûnî ya penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê jî giran bûye. Destûrên ji bo rêwîtiya derveyî wîlayeta ku lê ne, ji bo wan nayê dayîn. Eger bêyî wê jî bikevin ser rêyan, penaberên ji Sûriyê tên cezakirin, ev ceza digihêjin asta dersînorkirinê.

ARMANCA DORTENGKIRINÊ

Di vê çarçoveyê de, wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu car din behsa wê yekê kir ku hikumeta Tirk di Cejna Qurbanê ya bê de destûrê nade penaberên ji Sûriyê ku serdana welatê xwe bikin.

Soylu di civîneke çapemeniyê ya li Enqereyê de got: “Wekî Cejna Remezanê, em ê rê nedin sûriyan ku di betlaneya Cejna Qurbanê de serdana welatê xwe bikin. Ji 1`ê Tîrmehê ve, li her taxekê ji esilê ji sedî 25, tenê ji sedî 20 biyanî dikarin bi cih bibin. Dê hezar û 200 tax li pêş bicihbûna biyaniyan bên girtin.”

Şîrovekarê siyasî Îmad Derwêş got, daxuyaniyên Soylu yên li ser betalkirina betlaneya cejnê, ne nû ye û wiha pê de çû: “Beriya Cejna Remezanê jî Tirkiye ragihand ku wan bi temamî destûrên betlaneya cejan bo sûriyên dixwazin herin welatê xwe, betal kiriye. Ev yek piştî ku serokê Partiya Tevgera Neteweyî (CHP) Devlet Bahçeli yê hevalbendên AKP`ê, xwest ku betlaneyên cejnê bên belatkirin, pêk hat.”

Derwêş di hevpeyvîna ligel ajansa me de daxuyand ku daxuyaniyên Soylu, nîşan didin ku dê lîsteyan taxên ku qedexe ye sûrî lê bi cih bibin, berfireh bibe, pê re dê azarên penaberên sûrî ji bo peydakirina cihên niştecihbûnê zêdetir bibin. Derwêş bi bîr xist ku qeydnekirin tê wateya ku penaber nikarin xizmetên wekî perwerde û tenduristî jî bi dest bixin, li kêleka wê dibe ku cezayên pere û cezayên din ku dibe bigihêjin asta dersînorkirina penaberê sûrî yên qeyda wan a bicihbûnê tune ye, bên ferzkirin.

Şîrovekarê siyasî da zanîn ku ew tedîrên dortengkirinê dikevin xizmeta armanca Tirkiyê ya eşkere, anku vegerandina milyon û nîvek penabreên ji Sûriyê ji bo bakure Sûriyê bi nêzîkbûna dema hilbijartinên Tirkiyê di 2023`yan de.

GELO ALTERNATÎF HEYE?

Bi zêdebûna zextên nîjadperestên Tirk re û tunebûna aliyên sûrî ku kelemên li pêşiya sûriyan kêm bikin û her wiha bi hewldanên hikumeta Tirk ên ferzkirina qeydan li ser jiyana penaberan re pirsa ku xwe dide der ew e ku gelo aliyek heye ku balê bikşîne ser ziyanên van tedbîran li ser jiyana penaberên sûrî yên li Tirkiyê?

Ji ber vê yekê penaber li dîtina alernatîfên mayîna li Tirkiyê digerin.

Çalakvanekî sûrî ku nexwest navê xwe eşkere bike îşaret pê kir ku ne tenê nîjadperstî sedem e û got: "Sedemên din hene, ji wan operasyonên mezin ên li navendên biryarê yên hikumetê, wekî biryara qedexeya rêwîtiya hundirîn, betalkirina nasnameyê, tengavkirina çarçoveya erdnîgarî ji bo tomarkirina li saziyên nifûs, redkirina dayîna rûniştina geştiyarî."

Li Tirkiyê zêdetirî 3,7 milyon sûrî hene. Beşek mezin nasnameya "Parastina demkî" a ku kimlik wergirtine.

Hest, kiryarên dijminatî û kîna li hember hebûna sûriyan li Tirkiyê zêde bûne. Çavdêr dibêjin ku sedemên vê yekê anti propagandaya partiya û kesayetên dijberî hikumeta Tirkiyê ye. Ji xwe bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re ev dosya hîn aloztir û hestyartir dibe.

(cx)

ANHA