​​​​​​​Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan bi daxuyaniyekê li dijî komên çeteyan banga yekitiyê kir.

​​​​​​​Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir
25 hezîran, 2022   12:33
TEBQA

Bi dehan welatî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, endamên saziyên leşkerî, partiyên siyasî û yên ciwanan ên Reqa û Tebqayê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji Taxa Yekem a bajêr dest pê kir û ber bi qada Navenda Çand û Hunerê ve çû.

Li qadê berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqyêa Hesen Kino daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî rêxistinên terorîst divê pêkhate yekitiya xwe ava bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevgirtina civakî ya yekitiya pêkhateyan û projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre felsefeya rêber Abdullah Ocalan û ev yek jî ne li gorî hişmendiya sîstemên nîjadperest e, bi taybet dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve destekê dide çeteyan û wiha hate dewamkirin: "Tirkiye îro bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe û avakirina herêmê ewle, her wiha vegera bi milyonan penaberên sûrî, gefên nû li dijî xaka Sûriyê dixwe û bi wê re dixwaze demografiya xeta sînor biguherîne."

Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên vegera penaberan a li herêmên dagirkirî, derqanûnî ye.

Ciwanan kiryarên terorîstane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ev bang kir: "Em bang li gelê azad ên cîhanê dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştgiriya ciwanan bikin."

Her wiha ciwanan di daxuyaniyê de banga tevlêbûna ji pêngava "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" kir.

Di dawiya xwepêşandanê de banga derxistina artêşa Tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

(eh)

ANHA