PYD`ê şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn û soza tolhildanê da

Bi boneya salvegera Komkujiya Kobanê ku berbanga 25`ê Hezîrana 2015`an pêk hat, PYD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev komkujî û êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi armanca zindîkirina DAIŞ`ê ne. PYD`ê soz da ku ew ê tola şehîdên komkujiyê hilînin.

PYD`ê şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn û soza tolhildanê da
25 hezîran, 2022   07:40
NAVEND NÛÇEYAN

 Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh li ser malpera xwe ya fermî bi boneya salvegera Komkujiya Kobanê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku ev komkujî nîşaneyeke din a hevbeşiya dewleta Tirk bi DAIŞ`ê re ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Piştî ku Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin û hêzên YPG/YPJ`ê li başûr, rojava û bakurê Kobanê bermahiyên DAIŞ`ê şopandin, faşîzma Tirk û hevalbenda wê DAIŞ, xwestin careke din hewldana dagirkirina Kobanê bidin.”

NÎŞANEYEKE DIN A HEVKARIYA TIKRIYE Û DAIŞ`Ê YE

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Berbanga 25`ê Hezîrana 2015`an rêxistina terorîst ku ji sedan leşker pêk dihat û hin ji wan ji rêya sînor ji bakur hatibûn, êrîşî Kobanê kirin. Niştecihên Kobanê û gundê Berxbotan ê başûrê bajêr li hemberî vê êrişa hov mat man, ku di encamê de herî kêm 253 welatî şehîd bûn û zêdetirî 273 kes birîndar bûn, piraniya wan jî zarok, îxityar û jin bûn. Ev jî nîşaneyeke din a hevkariya Tirkiyê û DAIŞ`ê ye."

'GIRTÎGEHA SÎNAA Û KOMKUJIYA KOBANÊ BI ARMANCA ZINDÎKIRINA DAIŞ`Ê NE'

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Ruxmî binketina dagirkeran, lê dîsa jî gelek caran ev rêbaz bi kar anîne, herî dawî jî êrişên li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku bi wê re xwestin DAIŞ`ê zindî bikin û careke din li herêmê serwer bikin. Lê bi saya berdêlan û zêdetirî 120 şehîdan ev êriş vala hat derxistin. Dema ku QSD`ê terorîst girtin û dest bi lêpirsînê kirin, çete li xwe mikur hatin ku ew êriş planake dewleta Tirk bû.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Meclisa Giştî ya PYD`ê şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn û soza rakirina hemû şehîdan da, yên ku bûn qurbaniyên xiyanetê û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst.

 (eh)