Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din derdora gundê Kiştear û Balafirgeha Minix ên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin
25 hezîran, 2022   05:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku şeva din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Kiştear ê nêzî baregeha hêzên Rûsya û balafirgeha Minix yên kantona Şehbayê, bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

(cx)

ANHA