Parlamenterên Iraqê li hember bêdengiya Kazimî, li ser êrişên Tirkiyê îmze kom kirin

Li dijî bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ji hêla serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêngavek komkirina îmzeyan li parlamentoya Iraqê hate destpêkirin. Ji parlamentoyê jî hat xwestin der barê mijarê de civînek ne asayî li dar bixe.

Parlamenterên Iraqê li hember bêdengiya Kazimî, li ser êrişên Tirkiyê îmze kom kirin
24 hezîran, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 17’ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Li gel êrişan de bi balefirên bi çek û bê mirov xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike û welatiyan dike hedef.

Serokwezîrê Iraqê heya niha li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ti helwestek nîşan nedaye û bêdengiya xwe diparêze.

Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Fetih, Refîq Salih ragihand ku li Parlamentoya Iraqê pêngavek a komkirina îmzeyan ji bo lêpirsînkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye destpêkirin.

Fetih Refîq wiha got: “Daxwaz dikin ku Parlamentoya Iraqê civîneke neasayî li ser vê mijarê li dar bixe. Ji bo lêpirsîna Mistefa Kazimî rê û rêbazên pêwîst werin kirin. Ji ber ku li beramberî êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê û binpêkirina serweriya Iraqê bêdengî hilbijartiye.”