Şehîdên Komkujiya Helincê li Şamê hatin bîranîn

Di salvgera 2'yemîn de, şehîdên Komkujiya Helincê bi merasîmekê li Şamê hatin bîranîn.

Şehîdên Komkujiya Helincê li Şamê hatin bîranîn
24 hezîran, 2022   17:13
ŞAM

Ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl ku 23'yê Hezîrana 2020'î di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûne, rêxistina Kongra Star a Şamê merasîmek li dar xist.

Merasîm li taxa Zorava bi amadebûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/06/24/165544_whatsapp-image-2022-06-24-at-7.22.54-pm.webp

Piştî rêzgirtin, ji rêveberên Kongra Star Berçem Yûsif di kesayeta şehîd Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan û xurtkirina têkoşînê da.

Birayê şehîd Hebûn Mele Xelîl, Rifet Mele Xelîl jî axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişan kir.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA