Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker vîna jinên azad ku li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine, dike armanc. Şêniyên herêmê soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn
23 hezîran, 2022   12:17
NAVEND NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker 23`yê Hezîrana 2020`an bi balafiran mala dayika Emîne Weysî ya li gundê Helincê yê Kobanê kir armanc, di encamê de du endamên Koordînasyona Kongra Star ên Herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê yadê Emîne şehîd bûn.

QAMIŞLO

Di salvegera 2`yemîn a şehîdên Komkujiya Helincê de, Kongra Star li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo û bi beşdariya bi dehan endaman daxuyaniyek da.

Endamên Kongra Star Menîce Heyder û Hindirîn Xelîl daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwend.

'DAGIRKERIYA TIRK NIKARE BI SÛCÊN XWE TEVGERA JINÊN AZAD TÊK BIBE'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst êrişî herêmê dike, niştecihan dide koçberkirin, komkujiyan pêk tîne û demografiya herêmê diguherîne û wiha domdarî dayê: "Li aliyekî din jî li pêşberî çavên cîhanê li dijî gelê me çekên kîmyewî bi kar tîne û civata navneteweyî û herêmî li ser vê yekê tu helwestan nîşan nade, bi taybet dema di şexsê şehîdîn Komkujiya Helincê de tevgera jina azad hedef girt."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin: "Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, ji ber ku ew nûner û nirxên me ne. Dijmin bi rêya hedefgirtina tevgera jinên azad dixwaze tevgera azadiyê têk bibe, lê tevger li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, mîrateya dîrokî ya şehîdan kirine bingeha vîna xwe, ji wan şehîdan Zîlan, Sema û Bêrîtan û bi hezaran wekî wan."

'BI BERXWEDANA ZEHRA Û ZÎLANAN EM Ê BI SER BIKEVIN'

Kongra Star di daxuyaniyê de anî ziman ku dijminê faşîst bi siyaseta xwe nikare armancên wan têk bibe û wiha dewam kir: "Ev siyaseta qirêj heta roja me ya îro li ser gelê me dewam dike. Her wiha bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên azadiyê û gerîlayan dike û li Başûrê Kurdistanê jî fermandar Ferhad Dêrik kir armanc. Di heman demê de her tim gefan li Rojava û Kurdistanê dixwe."

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi sûcên xwe dixwaze gel qir bike, lê gelê di bi salan têkoşiya û li ber xwe da ji vîn û hêza xwe ya leşkerî piştrast e, lewma ew ê nikaribe armancên wan têk bibe. Li ser vê yekê Tevgera Jina Azad dubare soza li hemberî şehîdan nû kir û got: "Em bi berxwedana şehîdên Komkujiya Helincê û têkoşîna şehîdên xwe Zîlan, Sema û Bêrîtan sond dixwin ku em ê rêya wan bigirin."

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî Kongra Star bi beşdaran bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl meşek ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê li dar xist.

Beşdaran alên kongra Star hildan li kolanan geriyan. Dûre ber bi Çerxerêya Şehîdan a li bakurê navçeyê ve ketin rê.

Li wir endama Kongra Star a navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo Ezarî El-Feyhan axivî û got: "Li ser navê Kongra Star û li ser navê jinên azad em şehîdên komkujiya Helincê bi bîr tînin."

Ezarî El-Feyhan da zanîn ku hedefgirtina her sê hevrêyan ji hêla dijmin ve nîşaneya tirsa wê ji rola jinan di avakirina civakeke demokratîk de ye.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif da zanîn ku ew ê li ser rêça şehîdan heta serkeftinê bimeşin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê meşek li dar xist.

Şênî li qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn û diruşmên silavkirina berxwedana jinan berz kirin.

Şênî li kolana sereke ya navçeyê geriyan, piştre li naverasta sûka navendî veguherî mîtîngê. Li wir Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Ayhan Murad axivî û şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û li ser navê tevahî jinan soza şopandina rêça wan da.

Ayhan Murad diyar kir ku bi berxwedana Kobanê û bi destê jina Kurd wê tevahî êrişên dijmin têk bibin, ji ber gel li hember çi êrişek bibe amade ye.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Gel a Navçeya Til Koçer Salih El-Mihêmîdî wiha got: "Sûriye ji rojhilat heta bi rojava û ji başûr heta bi bakur yek e. Sûriye milkê sûriyan e. çare jî sûrî-sûrî ye. Em nahêlin tu hêzeke din a cîhanê serweriya xwe li ser me ferz bike. Em xwedî vîn, nirx û rêgezên. Me li dibistana rêber Ocalan xwendiye."

Endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer El-Xeyal êrişa dagirkeriya Tirk li ser gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û teqez kir ku wê jin li ser xeta tevahî şehîdan têkoşînê bilind bikin.

HESEKÊ

Bi dirûşma "Qetilkirina jinan îxaneta li jiyanê ye" Kongra Star a Hesekê salvegera 2’yemîn a şehadeta her sê têkoşerên ku di êrişa dagirkeriya Tirk li ser gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Merasîm li Hola Serdem a li taxa Mişêrfê hate lidarxistin, bi sedan jin ji tevahî pêkhateyên Hesekê, endamên tevahî saz û navendên sivîl tev li merasîmê bûn.

Hola merasîmê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, her sê têkoşeran, alên Konra Star hate xemilandin.

Di merasîmê de endama Kongra Star Welîde Botî axivî û her sê şehîdên komkujıya Helincê û şehîd Ferhad Şiblî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

‛DAGIRKERIYA TIRK VÎNA JINAN DIKE HEDEF’

Welîde Botî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan û di nava bêdengiya navnereweyî de komkujî û sûcan dike.

Welîde Botî diyar kir ku komkujiya dewleta Tirk a dagirker li dijî her sê têkoşerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinîne pêk aniye, di çarçoveya hedefgirtina vîna jinên azad de pêk tê.

Welîde Botî teqez kir ku wê jin asta têkoşînê bilind bikin û azadiyê ji tevahî jinên bindest re misoger bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî jî got: “Komkujiya ku dagirkeriya Tirk li dijî her sê jinên têkoşer pêk aniye ên li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe dan, di çarçoveya hedefgirtina jinên azad de pêk tên. Wekî jin em ê têkoşînê bilind bikin û hemû jinên bindest rizgar bikin. Em bang li jinan dikin ku di hemû aliyan de rola xwe ya pêşeng bilîzin û li djî dagirkeran bisekinin.”

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinên azad û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

‘DAGIRKERIYA TIRK JI ÎRADEYA JINÊN BIRÊXISTINBÛYÎ DITIRSE’

Li navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê jî bi sedan jin û şênî û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn ku Kongra Star li navenda navçeya Dirbêsiyê organîze kir.

Meşê ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir. Meşvanan pankertên bi nivîsên “Kuştina jinan îxaneta li jiyanê ye” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên her sê şehîdên Komkujiya Helincê rakirin.

Meşvan di kolanên sereke yên navçeyê re geriyan û bênavber dirûşmeyên li djî îxanetê berz kirin. Meş li navarasta sûka bajêr veguherî mîtîngê.

Li wir, bi navê Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê endama rêveberiyê Ebîr Hesen axivî. Ebîr şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anîn û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji îradeya jinên ku xwe li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine, ditirse, ji lewre jinên ku gelê herêmê bi rêxistin dikin her tim dike hedef.

Ebîr got: “Divê dagirkeriya Tirk zanibe ku dê bi hezaran Zehra, Hebûn û Emîne derkevin.”

(ekîb)

ANHA