Torên kehrebeyê yên Til Temirê yên zirar dîtibûn, hatin sererastkirin

Tîmên awarte yên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê torên kerhebeyê yên ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarên navçeyê zirarê dibînin, sererast dikin.

Torên kehrebeyê yên Til Temirê yên zirar dîtibûn, hatin sererastkirin
23 hezîran, 2022   10:45
HESEKÊ

Ji saetên sibê ve tîmên sererastkirina kehrebeyê li ser navçeya Til Temirê, torên kehrebeyê yên navenda navçeyê, sererast dikin. Ev tor di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a duh li ser gundên navçeyê de, zirar dîtibû. Di encamê de kehrebe hat qutkirin û stasyon ji xizmetê derket.

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 55 topban gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê ya kantona Hesekê kir armanc, di encamê de zirar gihaşt xeta 66 KV û xeta 20 KV ku kehrebeyê didin navçeyê.

Ev cara 25`an e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê torên kehrebeyê yên navçeya Til Temir dikin armanc û bi wê re qanûnên navneteweyî binpê dikin.

Tevî xeterî û êrişên dagirkeriyê, lê tîmên sererastkirinê yên navenda kehrebeyê ya Til Temirê bi xebatên xwe xizmeta şêniyên herêmê dikin.

Li gorî nûçegihanê me ku kar û xebatê sererastkirinê dişopîne, ger artêşa Tirk careke din êrişî xebatkarên navendê neke û xebat dewam bike, dê di çend saetên pêş de kehrebe bigihêje navçeya Til Temir û gundên wê.

(eh)

ANHA